ŞIRNEX - Li Cizîrê, ji bo Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîdê çalakî pêk anî û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, ji bo Zulkuf Gezên ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha TÎpa F a Hejmarra 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 132 rojin greva birçîbûnê deye, li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. Piştî nivîsên li ser dîwarên taxên Cûdî û Nûr hatin nivîsandin, polîsan li her du taxan dewriyeyên xwe yên maşîneyên zirxî zêdetir kirin. Polîsan bi boyaxên sprey li ser nivîsan girtin.
Liv û tevgera polîsan a li her du taxan berdewam bike.