Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê

img

STENBOL - Ji salên 1990'an heta niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal Agirê Newrozê bêtir geş dibe. Lê medya hawiz pîrozbahiya Newrozê ji nedîtinê ve tê. Lê çapemeniya azad bêtir reng, rû û daxwazên gel nîşan dide û derdixe pêş. Dema mirov li manşetên rojnameyên medya hawiz yên 27 salên dawî binere nêzîkatiya medya hawiz ya li dijî daxwazên gelan aşker dibe. Rojnameyên hawiz ku di pêvajoya aştiyê de Newroz kirin manşetên xwe, piştî pêvajoya aştiyê bi dawî bû dîsa Newroz nedît. 

 
Newroz îsal dê bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Ji ber ku bi hezaran siyasetmedarên girtî û li derve li diji tecrîdê di greva birçîbûnê de ne dê xwazên girtiyan derkevin pêş. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê ji aliyê milyonan ve bê pîrozkirin. Gelê kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newroze piroz dike. Gelê  kurd ku bi bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelê Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’an heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz de hatin xuyakirin. 
 
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê 90’î kirin. 
 
CUDAHIYA MEDYA HAWIZ Û ÇAPEMENIYA AZAD BI MANŞETAN XWE NÎŞAN DA
 
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
 
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin. 
 
MÎLLÎYET: NE CEJN E ÎSYAN E 
 
Di Newroza 1992'an de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e" derket. 
 
ÇAPEMEMINA AZAD HAT GIRTIN
 
Di Newroza 1993'an de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hat girtin. Di 22'ê Adara 1993'an de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta "Em hatin kîjan rojê" derket. 
 
MÎLLÎYET: SÎQALKÊN NEVRUZÊ 
 
Di Newroza 1994'an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin" gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket" derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê" nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef. 
 
NEWROZÊN DI ROJNAMEYAN DE NEHATI NDÎTIN
 
Di pîrozbahiyên Newroza 1995'an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Rojnameyan weki kevneşopiya çanda Tirk dît û wekî "Nevruz" ên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve pêk hat dît. Rojnameya Ozgur Ulke  di 2'ê Sibata 1995'an de hat girtin û di dawiya meha adarê de dîsa dest bi weşanê kir.  
 
MÎLLÎYET WEKÎ NEWROZA DEMİREL NÎŞAN DA
 
Di Newroza 1996'an de Rojnameya Demokrasî di 22'ê Adara 1996'an de bi manşeta “Duh Newroz bû" derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê" nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer" derket. 
 
‘NEWROZ LI HER DERÊ YE' 
 
Di Newroza 1997'an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta "Coşa Newrozê li her derê ye" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer" çap kir. 
 
NEWROZ 3 ROJAN BÛ MANŞET 
 
Di Newroza sala 1998'an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir" derket. Di 24'ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî qet nûçeyên Newrozê nedît. 
 
KOMPLO MOHRA XWE LI  NEWROZÊ XIST
 
Di Newroza 1999'an de ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin." derket. 
 
‘TEKER DI BINÇAVAN DE NE' 
 
Di Newroza 2000'an de Rojnameya Ozgur Bakiş  bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan dene" da. 
 
‘ERD Û EZMAN BI HEYBET'
 
Di Newroza 2001'an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta "Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd û ezman heybet" derket. Rojnameya Milliyet jî sernavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû" derket. 
 
‘NEWROZÊ QEDEXE NAS NEKIR'
 
Di Newroza 2002'an de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin xedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundem bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir" derket. 
Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand' derket. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQQAN AGIRÊ NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2003'an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundem jî bi manşeta "Li diî Dehaqan Agirê Newrozê" derket. 
 
Di Newroza 2004'an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Gel dimeşin Azadiyê" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin" da. 
 
EV NEWROZEK CUDA YE
 
Di Newroza 2005'an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20''ê Adarê de bi manşeta "Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike" derket. Di 21'ê Adarê de jî "Ev Newrozek cuda ye" derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de" derket. 
 
‘PEYAMA GEL A NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur gundem bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta "Peyama Gel a Newrozê" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e" derket. 
 
‘NEWROZ PİROZ BE’
 
Di Newroza 2007'an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dit û Newroza gel a Sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê" derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da. 
 
NEWROZA XWESERIYA DEMOKRATİK 
 
Di Newroza 2008'an de bi milyonan daket qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin be guhertin û Nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş  manşeta "Newroza Xweseriya Demokratik" derket. 
 
Di Newroza 2009'an de milyon daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta "Milyonan hilbijartina xwe kir" derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. 
 
Di Newroza 2010'an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir" derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê" Rojnameya Sozcu bi ser navê “Ne Nevruz Şova Apo" derket. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye" derket. 
 
NEWROZA 2012'AN JI NAVENDEKÊ MANŞET HAT AVÊTIN
 
Newroza 2012'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18'ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Ronameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû" Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameay Radikal sernavê “Înatê can stend", Rojnameya Bugun “Terora Nevruzê" Hurriyet  sernavê “Kin ateşi”, Sozcu sernavê “Xerakirin û şewitandin" avêtine. 
 
OCALAN MOHRA XWE LÊ DA
 
Di Newroza 2013'an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newros bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" hat pirozkirin. Deklerasyona Rêberê PKK'ê Ocalan' li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir." derket. 
 
Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe" derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve" derket. Rojnameya Haberturk bi ser navê “Dema aştiyê ye" rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya' derket.b 
 
LI NEWROZA AMEDÊ WEŞANA ZINDÎ KIRIN
 
Di Newroza  2014'an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê "Daweta Aştiya mezin" derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşam bi sernavê "Ji rêxistina kur re inat dema Bahara çareseriyê ye" Milliyet bi sernavê "Peyama biryarê" Sabah "Newroza ji çareseriyê re berdewam" derketin. 
 
MUTABAKATA DOLMABAHÇE XWENDIN
 
Di Newroza 2015'an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil." derket. Dîsa bi manşeta "Dema Demokrasiyê ye" derket. Rojnameya Evrenselê jiî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydi devletê ye" derket. 
Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê" da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike" da. Rojnameya Cumhuriyetê sernavê “îsyana li dijî Qesrê" derket. 
 
GEL TEVÎ ÊRÎŞÊN DIJWAR DAKET QADAN
 
Di Newroza 2016'an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye" derket. Rojnameya Cumhuriyet “Çareserî di hefteyekê de dê bê" da. Rojnameya Sabahê “Amed rû neda" da. Rojnameya Zaman jî sernavê "Li Amedê Newroz bê coş derbas bû" 
 
‘NA DERKET PÊŞ'
 
Di Newroza 2017'an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16'ê Nîsanê gel ji referandumê re got "Na" Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi sernavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê pêket" Star bi sernavê “Nevruz bê bûyer pêket" Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. Rojnameyê sernavê "Na" derxist pêş. 
Rojnameya Evrenselê Newroza Amedê derxist pêş û manşeta “Di Xêrê de Aştî û di Aştiye de Xêr heye (Hayır’da barış, Barış’ta da hayır var) ” da. 
Rojnameya Haberturk jî got 'Nevruz hat pîrozkirin' 
 
‘AGIRÊ NEWROZÊ WÊ EFRÎNÊ PAQIŞ BIKE' 
 
Di sala 2018’an de dîsa çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Teî hemû qedexe û astengiyan bi sed hezaran li qada Newroza Amedê kom bûn. Gel bi coş û peyamên xurt Newroz li Amedê pîroz kir. Bertekên li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê derket pêş. Lê medya hawiz a bi fermana hikûmetê tev geriya Newroza 2018'an qet nedît. Medya hawiz dagirkeriya TSK’ê ya li dijî Efrînê derxist pêş. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi sernavê “Agirê Newrozê wê Efrinê paqij bike" derket. Rojnameya Evrenselê jî sernavê ku bertekê nîşanî operasyona li dijî Efrînê dide derket û bi sernavê “Yek Xwediyê Aştiyê" derket. 
 
JI 2019’AN RE 2 ROJ MAN 
 
Ji Newroza  2019'an re 2 roj man. Li Hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê amadekariyên Newrozê berdewam dike. Di pêvajoya ku bi hezaran girtiyên siyasî li girtigehan û bi sedan kes jî li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girevê de ne, Newroz dê wekî cejna Berxwedan û raperîna li dijî terîdê bê pîrozkirin. Newroza îsal wê li dijî tecridê li 27 navendan bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin Tecrîdê bişkînin" bê pîrozkirin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2019
13:12 Ji TJA peyama Newrozê: Em bibin lehî û biherikin qadan
12:15 2 rojnameger binçavkirin
12:02 Salek û 8 meh ceza li parlamenter Surucu hat birîn
11:46 Serlêdana parêzerên Ocalan a 799’emîn jî hat redkirin
11:41 31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
11:40 Gelê Wanê dê bibin lehî û biherin Newrozê
11:32 Li Cûdî leşkerek mir
11:25 Newroza Amedê ji hezaran gihîşt milyonan
11:24 'Ji mirinên rû bidin dewletên Ewropa jî berpirsiyarin’
11:13 Nasir Yagiz 120 rojin li ber xwe dide
10:49 Xwişka Mazlum Dogan: Leyla jî wekî Mazlûm bedena xwe danî holê
10:48 Dayika Alici yê di greva birçîbûnê dene: Demildest tecrîdê rakin
10:14 Ciwana ji bo Gezen li ser dîwaran nivîs nivîsandin
09:53 Namzetên ‘Bajarê Zeytûnê’: Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bin
09:28 'Bereket Ana'ya Zeytînkoyê, niha jî hewl dide bibe keyaya gund
09:27 Mexdûrên Komkujiya Dîlokê: Hîn jî em nizanin xwekuj kî ye, kî palnsaziya vê bûyerê kiriye
09:26 'Li Serêkaniyê coşa 7'ê Hezîranê heye'
09:25 Şahidên rojiya mirinê ya 96'an: Em bibin dengê Leylayê
09:25 ‘Wê Newroza Stenbolê veguhere xwepêşandaneke bihişmet'
09:24 Girtiyan nameyek ji Leyla Guven re şand: Tu yê sergovenda me bî
09:24 Ridvan Kiliçê di greva birçîbûnê de: Armanca me şikandina tecrîdkirina Ocalan e
09:23 Rojnamevan Mehmet Guleş jî dest bi greva birçîbûnê kir
09:22 Namzetên HDP'ê: Wê Westan ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2019'AN
08:50 Li Edene û Îzmîrê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin
08:00 Leyla Guven 133 rojin li ber xwe dide
19/03/2019
20:08 Ji bo li Rojnameger Kanbal ji xala 301'an dozê veke destûr xwest
19:49 Guven ji Akin ê 72 rojin di grevê de ye çîçek şand
19:43 Malbata Zulkuf Gezen serdana Leyla Guven kir
Guven: Hevrê Zulkuf, Mazlûm Doganê vê serdemê ye
19:37 Temellî: Yên beriya hilbijartinê dibêjin birayê min ê kurd, piştrî hilbijartinê nîşana kur bilind dikin
19:07 Rojnameger û malbatan, rojnameger Volkan Eryîgît û Hasan Îşler bibîr anîn
18:21 Hêzên QSD'ê ketin kampên DAÎŞ'ê
18:09 Gelê Mexmûrê Newroz bi coşek mezin pîroz kir
17:11 Bîrdal: Ji bo grevên birçîbûnê em muxatabê hevdîtinê nabînin
17:05 Malbatên girtiyan: Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
16:46 Dadger li hevserokên HDP û DBP'ê yên Cizîrê derketina dervê welat qedexe kir
15:46 Polîsan gaza îsotê berdan rûyê parlementeran
15:42 Temellî: Tecrîdê rakin
15:18 Banga ‘gavê bavêjin’ kirin
15:01 Eleqeyek mezin ji bo taziya Gezen heye
14:45 Endamê Meclîsa DBP’ê Aydin hat binçavkirin
14:45 Gelê Hesekê bi coşek mezin Newroz pîroz kir
14:40 Li Riha, Dîlok û Edene coşa Newrozê
14:39 RAJIN'ê Rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî
14:19 Beştaş: Êrîşkarê avahiya HDP’ê beyî îfade bide hat berdan
14:02 Ji Jinên Sosyalîst bang: Li dijî tecrîdê biherikin qada Newrozê
14:01 Li Cizîrê ji bo Guven û Gezen li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin
13:19 Olûç: Çalakiya grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk debas kirin
12:59 Şandeya Fransiz a ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
11:58 Operasyona leşkerî li Çiyayê Cûdî dest pê kir
11:49 Hêzên QSD’ê ketin kozika dawî ya DAIŞ’ê
11:39 Rojnameger Tûran a çû emniyetê kameraya xwe bistîne hat binçavkirin
11:35 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
11:17 Parêzerên Ocalan cara 799’emîn serî li dozgeriyê da
11:13 Bavê ku 5 rojan ket greva birçîbûnê: Em xwedî zarokên xwe derkevin
11:04 Fermandara QSD'ê: Jin tola jinên Êzidî hildide
11:03 Hevalê Gezen ê girtîgehê: Sekna Zulkuf wêrekiyê dida me
10:47 Dayika Ozlu yê di greva birçîbûnê de: Em zarokên xwe bidin jiyîn
10:29 Hevrêyên çalakgerê rojiya mirinê Bobby Sands vexwendin Newrozê
10:08 Şahidên Newroza Cizîrê ya dîrokî: Me zincîra tirsê di 92'an de şikand
10:06 Dayikên Cizîrî yên zarokên wan greva birçîbûnê dene: Bêdengî mirinê tîne
10:05 Di ser kuştina Kemal Kurkut de 2 sal derbas bûn
Di doza Kurkut de edalet kîjan aliyî digire?
09:59 Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Kolanç hat binçavkirin
09:57 Mungan ê 73 rojin di grevê de: Bi rihê Newrozê em berxwedanê bilind bikin
09:43 Peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê
09:40 Ji bo fîstanên Newrozê bifiroşe bajar bi bajar digere
09:39 Namzetên HDP'ê yên Tûtaxê: Em bi biratî bi hev re bijîn
09:38 Serokê TTB'ê yê berê Bîlaloglû: Hikûmet dixwaze civakê bike hevparê sûcê xwe
09:37 'Bidawîbûna tecrîdê, hêşînabûna axê ye'
09:34 'Jiyana tê xeyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê'
09:32 'Em agirê Newrozê bi berxwedanê geş bikin'
09:31 Wê li Kadîfekaleyê jin li Qada Gundogdûyê agirê têkoşîna Rahşanê gur bikin
09:31 Namzetên HDP'ê yên Esenlerê: Em ê di 1'ê Nîsanê de Esenlerê ji AKP'ê xelas bikin
09:30 ‘HDP, partiya xwezayê ye jî'
09:27 'Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin'
09:27 44 roj in di hucreyekê de li ber xwe dide
09:26 Qeyûm beriya hilbijartinê eraziyê herî baş derxist ber firotinê
09:26 Çewlig ji bo Newrozê amade ye
09:24 Ji nameya Atakê ya 94 roj in di greva birçîbûnê de ye: Cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2019'AN
08:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 132'yemîn de ye
18/03/2019
19:58 Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen
17:31 Girtiyan ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî dan
17:12 Namzetên Hevşaredarên Agirî projeyên xwe eşkere kirin
16:57 AKP'ê mînareya mizgeftê kir amûra hilbijartinê
16:39 'Zulkuf Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir’
16:18 Namzetên HDP'ê yên hevşaredaran gel ziyaret dikin
15:40 Piroglu: Dema her tişt biqede bêdengiya dostên me dê neyê ji bîrkirin
15:36 Koçyigît: Dewlet ji dewletbûna xwe derketiye
Arslan: Îktîdar bepirsiyarê mirinan e
Temellî: Biçin li goristanê binêrin kirine çi halî
15:18 Girtiyên 93 rojin di greva birçîbûnê de: Roj ne roja bendewariyê ye
14:57 Platforma Demokrasiyê: Bi cidîbûn nêzî grevên birçîbûnê bibin
14:49 Wezaretê ji bo Zulkuf Gezen ketin û derketina Amedê bi sînor kir
14:31 ÎHD: Polîtîkayên hikumetê û bêdengiya civakê Gezen kuşt
14:13 Li Stenbolê di 2018’an de herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:04 Ji bo pîrozbahiya Newroza Îzmirê bang
14:02 Demîrtaş ji gelê Akdenîzê re peyam şand
13:50 Bavê rojnameger Volkan Eryigît: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan
13:39 Zulkuf Gezen tê bibîranîn: Emê xwedî çalakgeran derbikevin
13:26 Polîsan mudaxeleyî girseya ku xwestin gora Gezen ziyaret bikin kir
13:16 Çalakgera ket bin 39 kîloyî: Em ê bi rihê vejîna Newrozê berxwedanê geş bikin