AMED – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, Serokê berê yê partiya Sin Fein Gerry Adams vexwendin Newroza Amedê. Parlamenterê Sinn Fein Bobby Sands li dijî mêtingeriya Îngilîz ji bo serxwebûna Îrlandayê rojiya mirinê dabû destpêkirin û jiyana xwe ji dest dabû.
Mêvanên Newroza Amedê ya dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Em ê tecrîdê bişkînin û teqez bi ser bikevin” bê pîrozkirin diyar bûn. Ji hundirê welat û ji derveyî welat siyasetmedar, atkîvîst, rojnameger, nivîskar, akademîsyen, hunermend, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, ode û sendîkayan di nav de 174 kes vexwendin Newroza Amedê. Navên balkêş jî di nava kesên hatin vexwendin de hene.
Yek ji rojeva Newrozê jî grevên birçîbûnê ye. Di lîsteya mêvanan de cih dan navek balkêş. Serokê berê yê partiya Sinn Fein ku milê siyasî yê Artêşa Rizgariya Îrlandayê (IRA) tê nasîn Gerry Adams û parlamenterê Sinn Fein û milîtanê IRA’yê ku ketibû rojiya mirinê Raymond McCartney jî di lîsteya mêvanan de cih digirin.