SÊRT – Hevserokê berê yê DBP’a Sêrtê Reşît Teymûr ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ne 44 roj in di hucreyê de greva birçîbûnê didomîne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 132’yemîn de didome. Li girtîgehan jî ku di 16’ê kanûna 2018’an de bi komekê greva birçîbûnê dest pê kir û ji 1’ê Adarê ve li hemû girtîgehan belav bû didome.
MALBAT KOÇÎ MEXMÛRÊ KIR
Yek ji van girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Hevserokê Rêxistina DBP’a Sêrtê yê berê Reşît Teymûr ê 25 salî ye. Teymûr ji 4’ê sibatê ve li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê di greva birçîbûnê de ye. Malbata Teymûr ji ber zextên dewletê neçar ma ku li Kampa Mexmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bicih bibe. Teymûr bi îdaya “rêveberê rêxistinê ye” 31 sal ceza lê hat birîn.
‘DAXWAZEK MIROVÎ YE’
Teymûr ji sala 2016’an ve girtî ne. Apê Teymûr, Nazim Teymûr (50) anî ziman ku biraziyê wî piştî hat girtin birine Girtîgeha Xarpêtê û got: “Biraziyê 44 roj in di hucreya yek kesî de di greva birçîbûnê de ye. Ev daxwazek mirovî û mafdar e. Tiştek tenê di destê wan de heye ew jî ev çalakî ye.”
‘DIVÊ ÊDÎ TIŞTEK BÊ KIRIN’
Teymûr da zanîn ku cezayê hevdîtinê dane biraziyê wî û ji ber vî cezayî dane wî nikarin biçin wî bibînin û wiha axivî: “Em rojên çarşemê bi telefonê bi hev re diaxivin. Dema em diaxivin dibêje ku moralê wan li cih e. Derfetê gel ji yên girtiyan zêdetir e. Ji bo vê yekê jî divê gel xwedî li çalakiyê derkeve. Divê ji bo girtiyan tiştekî bikin. Divê daxwaza wan bê bersivandin. Tenê malbatên wan xwedî derdikevin. Çiqas derfetên me hebin divê em li cem girtiyan cih bigirin û xwedî derkevin.”
‘EM XWEDÎ LÊ DERDKIEVIN’
Teymûr diyar kir ku lazime komîsyonek hemû malbatên girtiyan bîne cem bê avakirin û got: “Em heta dawiyê xwedî li girtiyan derdikevin. Em daxwaza wan rast dibînin. Heta ev tecrîd bê rakirin em ê jî li ber xwe bidin û xwedî li daxwaza wan derkevin.”
MA / Omer Akin