WAN - Necla Atak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê 94 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. Lê belê komîsyona girtîgehê nameya wê sansur kir. Atak di nameya xwe de diyar kir ku moralê wê xurt e û got: "Ger cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye. A ku bedenê watedar dike cewher bixwe ye."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 132'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome.
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Necla Atak e. Atak li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê 94 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Atak, di roja 57'an a grevê de nameyek nivîsand lê belê komîsyona xwendinê ya girtîgehê hin beşên nameya Atakê sansur kirin û mehek şûnde radestê malbatê kir.
'EGER CEWHER TUNE BE, TU WATEYA BEDENÊ TUNE YE'
Arak, di nameya xwe de diyar kir ku gelek nemayên wê nehatine şandin û got: "Niha em ji bo parastina hebûn û cewhera xwe, bi bedenên xwe têdikoşin. Lê eger cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye. A ku bedenê watedar dike cewher bixwe ye. Loma ... (hatiye sansurkirin).... Eger pênaseya êşê bê pirsîn, her hal herî baş gelê kurd dikare êşê pênase bike. Çimkî bi salan e her cure êş dîtin. Lê belê tu carî dev ji berxwedanê bernedan. Kesayetiya çiyayên wan ew veguherandina kesayetên berxwedêr. 29 berxwedan ev kesayetî xurtir kiriye. (8 rêzik hatine sansurkirin)..."
Atak diyar kir ku niha gelê kurd di siyaseta cîhanê de aktoreke girîng e û got: "Ji bo mirov van tiştan bibîne, divê xwedî bîreke dîrokî be. Me tu carî bi rihetî hin tişt bi dest nexistine. Ji bo her destkeftiyê me bedêlên giran û mezin dan. Her bedêl têkoşîna me watedartir û pîroztir kir. Gelê me bi van bedêlan hay jixwe çêbû. Ji bo me jî a esas ew e ku em layiqî van bedêlan bin û xiyalên wan zînde bikin. Pêvajoya heyî ji bo gelê kurd pêvajoyeke pir girîng e. An me yê kêliya heyî rast bixwenda û faşîzm têkbişikanda an jî wê li be rçavan faşîzm destkeftiyan birûxanda. Lê belê me ji berxwedana Zindana Amedê heta niha, mîrateya berxwedanê dewr girt û bi ruhê 14'ê Tîrmehê polîtîkayên faşîzmê fêm kir û ji bo serketinê me meşaleya serketinê vêxist. (5 rêzik hatine sansurkirin)..."
'A GIRÎNG JIYANEKE WATEDAR E'
Atak di dawiya nameya xwe de got: "Ez jî li se rnavê xwe ji ber di vê pêvajoya dîrokî de cih girt kêfxweş im. Di jiyanê de a girîng ne jiyaneke temendirêj e. Jiyaneke watedar e. Jiyaneke watedar jî, jiyana azad e. Loma mirovê zana dibêje 'Jiyan; an ez ê bi awayekî azad te bijîm an jî qet.' Em jî an em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin û bijîn an jî em ê jiyana koletiyê tu carî qebûl nekin û ji jiyanê nehesibînin."