WAN - KCD, TJA, HDP û DBP'ê li gel partiyen tifaqa kurd deklerasyona Newroza 21'ê Adarê ya Wanê aşkere kirin. Komîteya Amadekar diyar kir ku dê gelê Wanê li tenişta Keleha Wanê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişkînin teqez bi ser bikevin" Newrozê piroz bikin.
Partiyên tifaqa kurd, li gel KCD, TJA, HDP û DBP'ê, deklerasyona Newroza 21'ê Adarê ya Wanê ku bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişkînin Teqez bi ser bikevin" li tenişta Keleha Wanê pîroz bikin aşkere kir. Civîn li avahiya HDP'ê ya Wanê pêk hat. Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadişen Karabulak û Umît Dede, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mukades Karakoç, Fikret Dogan, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Aktivîstên TJA û Hareketa Azadî Mehmet Akdogan amade bûn. Li ser navê hevparan Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan daxuyanî da. Orhan ewil Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtigeha Tekîrdagê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Orhan, anî ziman ku Newroz ne tenê zindîbûna xwezayê ye. Di heman demê de raperîna li dijî astengiyên ku civak dorpêç kiriye ye û wiha got: "Îro ji ber ku ziman ji bo azadiyêdikin êrîş ev roj tê pirozkirin. Wateya Newrozê ya civaka xwezayî azadî ye. Em dê di salvegera 2631'emîn de Cejna Newroza 21'ê Adara 2019'an a raperîn û berxwedana Gelê Rojhilata Navîn pîroz bikin. Newroz di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelê bindest sembola raperîn û berxwedanê ye. Partiya me dê îsal bi dirûşmeya 'Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" pîroz bikin. Newroz dê îsal di bin pêşketinên dîrokî de bê pîrozkirin. Newroz ji bo gelê kurd xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye.
Orhan, anî ziman ku Newroz raperîn, berxwedan, azadî û serhildan e û wiha lêzêde kir: "Newroz di têkoşîna 40 salan de iro li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Bi taybetî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirinai Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Her roj berxwedan mezin dibe û belav dibe. Şikandina tecrîde û bi berxwedanê pêkan e. Divê hikûmet jî guh bide vî dengî û zagonê xwe pêk bîne. Rakirina tecridkirina Birêz Ocalan ji bo hemû gelê Tirkiye dê bibe bêhn û aramî. Ji 2015'an heta niha li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek mutlaq û li diji hiqûqê tê meşandin. Ger ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin dê faşîzm bişkê û rê li pêş denmokrasî û azadiyê vebe. ÎRo tecrîd li hemû welat belav bûye. Tecrîdê aborî têk biriye. Çandinî xelas kiriye. Îro li Gundê Baxozê ya Dera Zorê, Kobanê, Cizirê, Cerrahtepe û gelek deverên din li dijî xerabiyê gel li ber xwe dide.
NEWROZ HÊVÎ YE WÊREKÎ YE
Orhan, da zanîn ku dê di 21'ê Adarê de li dehan bajar û sedan navçeyan Newrozê pîroz bikin û wiha bi dawî kir: "Newroz roja biryar û heviyê ye. Em de li dijî Dehaqên ku îro dixwaze me dîl bigirin û zextan zêde dike bi Ruhê Kawayan roja wêrekî, hevî û têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû evîndarê azadiyê dikin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Newroz hevî, wêrekî û azadiye ye. Em bi milyonan bi hevre vê wêrekî, heviyê li çar aliyê cîhanê belav bikin. Em bang li Gelê Wanê dikin ku di 21'ê Adarê de li tenişta Parka Keleha Wanê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Li Parka Çandê (Parka Newrozê) saet di 10.00’an de pîrozbahiya Newrozê dest pê dike her kes dawetî ye."