RIHA - 7 girtiyên ji Girtîgeha Qeyseriyê sirgûnî Girîgeha Mereşê û avêtin hucreyê. 7 girtiyên hatin sirgûnkirin, rojê 2 caran rastlî lêdanê tên. Girtî Aziz Yalçin, diyar kir ku her roj 2 caran rastî lêdanê tên û dibe ku her kelî mirin pêk bê.
7 girtiyên siyasî Azîz Yalçin, Ozkan Kart, Ramazan Sebuktekin, Haci Sincar, Ali Delabak, Alî Emirhani û Hikmet Çalakan ên di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tipa T a Bunyan a Qeyseriyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê, di 10'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Turkoglu ya Mereşê kirin. Girtiyan anîn ziman ku dema sewq kirin rastî lêdanê hatin. Dema girtî anin Mereşê xwestin bi zorê lêgerîna tazî bikin. Lê girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin, gardiyan û eskeran bi zorê cilê wan ji wan kiriye û li wan dane û derb kirine.
Girtî Aziz Yalçin, bi riya malbatê agahî dan û diyar kir ku du hucreya yek kesî de tên girtin. Yalçin, anî ziman ku rojê du caran rastî lêdan û derbkirinê ten. Vîtamînan nadin wan. Yalçin, da zanin ku ji ber rastî lêdanê tê tenduristiya wan xerab e.
Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê bersîv neda telefonê.