BEDLÎS - Hevserokê DBP'ê yê Bedlisê yê berê Enver Barin ku nêzî 20 salan esnaf e, li ser îfadeya Şahidê Nepen a "parêzeriyê dike", 2 sal û 2 mehin girtî ye.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) yê Bedlisê yê berê Enver Barin, li ser îfadeya Şahidê Nepen a "Parêzeriyê dike" 2 sal û 2 mehin girtî ye. Barin ku di 21'ê Çileya 2017’an de hat ggirtin, bi îdîaya "Alîkarî û cih daye rêxistinê" di 12'ê Çile de cara 7'emîn derket peşberî dadgehê û îfade da. Barîn ku bi rêya SEGBÎS'ê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bû, dîsa dubare kir ku 20 salin li Bedlisê esnaf e, disa nehat berdan.
Barîn ku li Girtîgeha tîpa F-1 a Tekirdagê girtî ye, agahî da malbatê û diyar kir ku li ser îfadeyê şahidê nepen ê “KZR21TTPZ” tê darizandin. Parêzerê Barîn jî anî ziman ku li ser îfadeya Şahidê Nepen a “Barîn parêzeriya endamên KCK, YDG-H û YPG’ê dike" tê girtin û ev îdîa îtîraz kir. Danişina Barîn dê di 12'ê Gulanê de bê ditin.