AMED - Ji bo girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, li Mala Taziyê ya Şaklat a navçeya Peyasê sersaxî tên qebûlkirin.
Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di şeva 16’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî. Piştî malbatê agahî stend, çûn cenaze ji Tekîrdagê girtin û anîn morga Balafirgeah Ataturkê ya Stenbolê. Parlementerên HDP’ê, pismamê Gezen û gelek kes li Balafirga Ataturkê cenaze pêşwazî kirin. Malbata Gezen xwest ku îro saet di 09.50’an cenaze li balafirê bikin û bînin Amedê. Lê polisan gef li malbatê xwar û ji wan xwest bi şev cenaze defin bikin. Ji ber ku malbatê ev daxwaza polîsan qebûl nekir, polîsan bêyî agahiya malbatê cenaze li balafirgehê desteser kirin û anîn Amedê.
Polîsan bi dizî cenaze li Balafirgeha Ataturkê bi balafira THY ya sefer TK2600 saet di 00.20’an de anîn Amedê. Piştî polisan cenaze anîn Amedê li malbata Gezen geriyan û gotin "Em ê cenaze defin bikin. Hûn dixwazin tev li merasima cenaze bibin, naxwazin jî tev li nebin." Polîsan bi darê zorê cenazeyê Gezen li Goristana Yenîkoyê defin kirin û destûr nedan Parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Mûsa Farîsogûlari, Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Feleknas Ûca, Salîha Aydenîz û Ayşe Acar Başaran tevlî merasîma cenaze bibin.
Malbata Gezen, li Mala Şînê ya Şaklat a Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyas a Amedê sersaxiyan qebûl dike.