Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'

img

AMED - Ji Newroza îsal re 3 roj man. Beriya pîrozbahiya Newroza dîrokî rojnamegerên bi salan e pîrozbahiya Newrozê dişopînin û dibin şahidê pîrozbahiya Newrozê, çavdêriyên xwe yên li ser Newrozê anîn ziman. Rojnamegeran diyar kirin ku Newroz bedena heviya bi înat e û tevî hemû zext û zordariyan tê pîrozkirin. 

 
Newroz ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn destpeka baharê ye. Rojek nû ye. Roja ku gel ji bin zilm û zordariyê derdikeve û roja ji zaliman xelas dibe. Roja sembola azadiyê ye. Ji nûve jiyan e. Ji roja gelê kurd ji zilma Dehaq rizgar bû û Kawa agirê serhildanê geş kir heta niha gelê Kurd her sal Agirê Newrozê geş dikin û vê rojê pîroz dikin. Her sal kurd bi coşek mezin û şahiyek rengîn Newrozê pîroz dikin. Di salên 1990’an de li gel Newroz hatin qedexekirin jî gelê Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê sînga xwe dan ber guleyan û dîsa li Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Şirnexê Newroz pîroz kirin. Piştî kurdan di salên 1990-2000'an de tevî hemû astengî û qedexeyan Newroz pîroz kir, piştî salên 2000'an bi tevlêbûna sed hezaran û milyonan Newroz bi coşa herî mezin û dîrokî pîroz kirin. Di cîhanê de herî zêde gelê Kurd li qadên herî mezin bi coşên herî xurt û girseyî Newroz piroz kirin û kirin wekî mihrîcanê. Rojnamegerên ku bûn şahidên Newrozên salên 90'î û niha Mahmut Bozarslan, Vecdi Erbay û Faruk Balikçi biryara gelê kurd a pîrozbahiya Newrozê anîn ziman. 
 
‘POLÎS HEFTEYEK BERIYA NEWROZ’Ê LASTÎK KOM DIKIRIN'
 
Rojnameger Mahmut Bozarslan diyar kir ku berê dema digot Newroz rageşî, tirs, stres zede dibû wiha got: "Ji ber ku Newroza di salên 1990’an de hat pîrozkirin tu carî ji aqilan naçe. Pirozbahî hatibûn qedexekirin. Piştî Newroza 1990’an beriya 21'ê Adarê hemû çapemeniya Tirkiye û cîhanê li Amedê kamp datanîn. Di şevê 20'ê Adarê de saziyên civakî kokteyla Newrozê amade dikirin, li aliyê din li taxan bi awayekî korsan Newroz dihat pîrozkirin. Di roja 21'ê Adarê de jî ne cuda bû. Rojnamegeran bêtêlên polisan guhdar dikir û diçin li taxan pîrozbahiyên li taxan dişopandin. Dema em û polîs diçûn cihê pîrozbahiyê tenê lastîk û xwerila wan hebû û pîrozbahî qediya bû. Di salên 90’an de hefteyek berê li lastikvanan digeriya û teker kom dikirin. Lastîkên kevn kom dikirin û li ser tekerciyan zîmet dikirin."  
 
Bozarslan, anî ziman ku piştî salên 1990'i li qada Batikendê bi dizî Newroz dihat pîrozkirin û wiha axivî: "Midûrê polîsan Gaffar Okkan ê hat kuştin yekem hatibû ser kar. Her çend destûra fermî neda jî nehişt ku polîs mudaxale bikin. Li gora agir govend dihat gerandin. Piştre komekê xwest bimeşin û qiyamet rabû. Koma meşiyan li kolanên Rezan belav bû û di nava koman û polîsan de bi saetan pevçûn derket. Di bûyere de gelek kes birîndar bûbûn. Her çend piştre ji bo pîrozbahiya Newrozê qada Fuarê ya 10 kilometre dûrî bajar destûr hatibû dayîn jî kesî guh neda dûrbûnê û herikîn qada Newrozê. Kom bi kom bi hezaran û deh hezaran li qada Newrozê kom bûn. Trafik kilît bû. Mirov ji maşîneyan daketin û bi kîlometreyan meşiyan qada. Ji ber qad dûr bû di saetên serê sibê de gel ji mal derdiketin û berê xwe didan malbatê. 
 
‘GEL BARÎYER HILWEŞANDIN Û KETIN QADÊ' 
 
Bozarslan, bal kişand ser Newroza 2012'an ku li gel hat qetexekirin û wiha got: "Di sala 2012'an de pîrozbahiya li Qada Parka Newrozê pîrozbahî hatibû qeexekirin. Lê gel bêtir bi organîze Newroz pîroz dikir. Bi girseyî piroz dikir. Sal bi sal tevlêbûna qada Newrozê zêde dibû. Pişti qat qedexe kirin, gel qedexe nas nekir û ji çar aliyan herikîn qadê. Barîkat û astengiyên li pêş xwe hilweşandin û derbasî qada Newrozê bûn. Gel barîkatên pêş dika Newrozê jî hilewşandin û derketin ser dika pîrozbahiyê. Dîsa rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Alên PKK'ê ji qadê kêm nebûn. Newroz her tim bi nasnameya xwe ya siyasî hat  pîrozkirin û mohra xwe li rojevê da. Piştî newroz li Parka Newrozê ya Rezan hat pîrozkirin, bêtir bi plan, organîze û bi tevlebûnek xurttir hat pîrozkirin. Cilên neteweyî êdî bêtir rekabet girt. Rengên kesk, sor û zer bêtir hatin firotin. Di 2012’an de her çend destûr nehat dayîn jî dîsa gel astengi nas nekir û bi sed hezaran pîroz kir."  
 
‘DI 2013’AN DE ÇAÊ CÎHANÊ LI AMEDÊ BÛ
 
Bozarslan, anî ziman ku Newroza 2013'an pir bi meraq dihat payîn û wiha lê zêde kir: “Bi salan Newroz dihat pîrozkirin. Lê di medya navendî de cih nedigirt. Lê di Newroza 2013'an de nêzî 20 weşanên zindî hatin qadê û Newroz şopand. Çavê hemû cîhanê li Newroza Amedê bû. El Cezire bi 8 ekiban Newroz şopand. Çavê cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Ji ber ku dê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya der barê çareseriyê û pêvajoya çekberdana PKK'ê bihata xwendin. Beriya peyam bê xwendin baran zêde bariya. Lê dema peyam hat xwendin roj derket. Vê yekê nîşan da ku dê pêvajo ber bi başiyê ve biçe." 
Bozarslan, ani ziman ku di Newroza 2017'an de jî bîranîna bi êş a kuştina Kemal Kurkut di hiş û aqilan de ma. 
 
‘NEWROZ BÛYE BEDENA HEVIYA BI ÎNAT'
 
Rojnameger Vecdi Erbay jî anî ziman ku bû şahidê kesên li hewşa mala xwe agirê Newrozê geş kirin û di ser agir de gav kirin û wiha got: "Di tairya şevê de li ser girên gundê xwe bi lastîkan Agirê Newrozê geş kirin. Min kesên ku ji ber dûxana agir ruyê wan reş bûbû û dema esker dihat xwe ji ser gir berdida nava gund û vedişartin dît. Ji ber ku wê demê Newroz qedexe bû. Newroz bûbû bedena heviya kesên bi înat. Pişti hemû astengî û qedexeyan pîvajoya çareseriyê dest pê kir. Piştî Pîrozbahiya Newrozê serbest bû Newroz wekî karnavalê hat pîrozkirin. Êdî rojnameger, nivîskar, hunermend û kesên navdar hatin tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Ketin pêşbirga tevlêbûna protokolê. Piştî Kemal Kurkut hat kuştin, êdî her Newroz wêneyê kuştina Newroz tine hiş û aqilan. Newroz ji Kawayê Hesinkar heta niha bi ruhê berxwedan hestera kesên jiyana xwe ji dest dane tê pîrozkirin."  
 
POLÎSAN LI CIZÎRA NEWROZÊ GULE LI SER ROJNAMEGERAN REŞAND
 
Rojnameger Faruk Balikçi ku ji sala 1983'an heta niha li Amedê rojnamegeriyê dike jî ani ziman ku bûye şahidê Newroza Cizîrê û wiha got: "Me alên spî rakir. Di Newroza Cizîrê de polîsan li ser rojnamegeran gule reşandin. Polîsan ji panzêrê gule berdan û Rojnameger û nûçegîhanê Sabahê Îzzet Kezer bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Ez jî bi zorê xelas bûm. Ji sala 1990’an heta 2000’an hemû Newroz hatin qedexekirin. Tevî hemû qedexeyan gelê kurd daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Kurd disa daketin qadên Newrozê û peyam dan cîhanê. Mirovan bi înat çûn Newroz pîroz kirin. Mirin jî hebûya dîsa çûn Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê divê Newrozên borî tu carî neyên ji bîr kirin. Berê çûyîna Newrozê wêreki dixwest. Yên diçûn Newrozê mirin didan ber çavan û diçûn pîroz dikirin. Kurdan bi têkoşînê Newroz bi dest xist."  
 
 
NEWROZA ÎSAL DÊ BÊTIR BI BANDAR BE 
 
Balikçi, ani ziman ku Newroza îsal dê bêtir bi bandor be û wiha bi dawî kir: “Niha kesekî rexne dike tê binçavkirin û girtin. Astengî û qedexe pir zêde ye. Li hemberi vê yekê hêrs û bêzariya gel pir zêde ye. Li hemberî van zextan bertek jî zêde ye. Tayinkirina qeyûman, gitina parlamenteran, wêdekirina kurdan de bibe sedem ku îsal Kurd bi tevlêbûnek xurttir Newrozê pîroz bikin." 
 
MA / Lezgin Akdeniz

Sernavên din

18/03/2019
13:10 Malbata Zulkuf Gezen, serdozgeriyê derewand
13:05 Partiyên tifaqa Kurd ên Wanê bang li tevlêbûna Newrozê kir: Teqez emê bi ser bikevin
11:15 Girtiyên li Girtîgeha rojê 2 caran tên derbkirin
11:03 Mehmet Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsiyar e
11:02 Esnaf, li ser îfadeya şahidê nepen a 'parêzer e' 2 sal û 2 meh girti ye
10:50 Temellî û parlementer dê gora Gezen ziyaret bikin
10:50 Ji bo Gezen sersaxî tên qebûlkirin
10:41 Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'
10:14 Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin
10:13 Kesek li Riha hat binçavkirin
09:54 Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe
09:43 Jinên Sîlopî yên 3 sal şûn de dê Newrozê pîroz bikin: Em bibin dengê Leyla
09:28 Çalakger Ektîren: Daxuyaniyên li ber girtîgehan hêzê dide girtiyan
09:28 'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’
09:28 Dayika çalakgerê grevê yê bi gurçikekê: Em vê zilmê qebûl nakin
09:26 Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin
09:25 Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin
09:21 Namzetên HDP’ê yên Kagithanê: Werin em bi hev re bi rêve bibin
09:19 ‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’
09:18 Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin
09:17 Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
09:16 Li girtîgehên Antalya û Alanya 60 girtî di greva birçîbûnê dene
09:16 'Dersîm di 31'ê Adarê de dê guhê Enqere ker bike'
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 131'emîn de ye
07:49 Polîsan bi zorê û beyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen defin kirin
17/03/2019
23:16 Cenazeyê Zulkuf Gezen sibe dê ber bi Amedê ve bê oxirkirin
21:20 Ahmet Gezen: Biraziyê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî
19:53 Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî
17:28 Gelê Wanê Newroz pîroz kir
17:16 Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin
16:35 Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin
16:27 Qoseriyan bang li demokrat, rewşenbir û îktîdarê kirin: Mafê jiyanê pîroz e
15:52 Dadgehê Yusuf Ateş ê li HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê girtin
15:24 Yekîtiya Hêza Şoreşger zext û qedexe şermezar kir
15:09 Rojbuna Îsmail Korkmaz pîroz kirin
14:54 Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin
14:32 Nobeta greva birçîbûnê di roja duyem de didome: Banga dayikan bibihîzin
14:02 Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê
13:37 Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin
13:14 Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî di grevê de ne
13:04 Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir
12:02 Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir
11:30 KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef
10:31 Polîsan li Îdirê bi ser malên rêveberên DBP û HDP'ê de girt
09:34 'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin'
09:20 Namzetên HDP'ê yên Qilebanê: Wê gel rê li ber me bixe
09:19 Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye
09:17 Çavê 3 girtiyên li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ne xera bûn
09:15 Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin
09:14 Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê
09:12 Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin
09:11 Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê
09:10 'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me'
09:08 HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin
09:06 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Kezaeba min dişewite
09:04 Firmaya 246 hezar TL 'bertîl' da, ji bo hevdîtinê ne 'musaîd e'
09:01 Namzetên Qubînê: Emê berê xizmeta binesaziyê bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2019'AN
08:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 130'yemîn de ye
16/03/2019
17:43 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiya Helepce şermezar kir
17:19 QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên Dêra Zorê aşkere kir
17:00 Li bajarên Herêma Kurdistanê şehîdên Helebce hatin bibîranîn
16:47 Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
16:47 Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
16:36 Gelê Helebce, şehîdên Helebce bibîr anîn
16:10 Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan û esnaf ziyaret kirin
15:57 Destûra Newroza Amedê hat dayîn
15:46 Girtî li ber mirinê ye û daxwaza tedawiyê wî red dikin
15:38 Xizmên windayan kesên di Komkujiya Helepçê de hatin kuştin bibîr anîn
15:27 ‘Girtiyê nexweş Kiliç serbest berdin'
15:03 Li Colemêrgê li dijî baregeha eskerî êrîş
14:49 ÎHD’a Îzmîrê: Divê girtiyê nexweş Tekîn demildest bê berdan
14:31 Komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
14:12 Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
13:59 Çar girtin, 150 hatin
13:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn
13:44 Girtiyên nexweş berdin
13:41 Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine
13:07 8 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:54 Li Girtîgeha Tarsûsê maske nadin girtiyên di grevê de
12:16 KCD'ê ji bo Helepçê daxuyanî da
12:04 Newroza Stenbolê dê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
11:47 Demîrtaş ji Êlihiyan re peyam şand
11:44 Yekîtiya Jinên Kurd: Helebçe qet ji bîr nabe
11:28 Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:28 Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike
11:27 Dadgehê 'Çerxa bertilê' ya qeyûm bincil kir
11:19 Demîrkaya hat girtin
11:13 Girtiyê nexweş Menderes Leyla jî di greva birçîbûnê deye
10:04 Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
10:02 Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike
09:53 Li Wêranşarê yek rojev heye: Wê HDP ji sedî çend ferq biavêje
09:52 Fikarên malbatên girtiyan zêde bûne
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn