ŞIRNEX - Gelê Sîlopî, 3 sal piştî qedexeyên kerketina derve, xwe amede dike ku bi girseyî beşdarî Newroza îsal bibe. Jinên Sîlopî yên derbarê pîrozbahiyên Newrozê de axivîn, diyar kirin ku Newroz cejna berxwedanê ye û ewê di Newrozê de bibin dengê Leyla Guven a di greva birçîbûnê deye.”
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, piştî xedexeyên derketina derve yên dinavbera salên 2015 û 2016’an, yekem car dê Newroz bê pîrozkirin. Coşa pîrozkirina Newrozê li welatiyên bajêr belav bûye. Newroz dê li qada Newrozê ya Taxa Yenîşehîrê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin. Coş û keyfxweşiya pîrozbahiyên Newrozê, bandor li hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî ji niha de kiriye. Jinên Sîlopî yên ku qada Newrozê bi cilên xwe yên herêmî dê bi xemilînin, derbarê pîrozbahiyan de axivîn.
‘NEWROZ JI BO ME BERXWEDANE'
Fehîme Sarûhan, diyar kir ku ew li bendê ye ku hemû jin beşdarî Newrozê bibin û wiha axivî: “Dema dibêjin, Newroz berxwedan dê aqlê mirov. Dibe ku em weke cejnê pîroz dikin, li ji bo Newrozê me gelek bedel dan. Em jî vê rojê weke roja berxwedanê dibînin. Newroza ku bi rihê berxwedana Kawayan tê pîrozkirin, her sal bi berxweda û serhildanê derbas dibe. Newrozê di heman demê de, bihara azadiyê ye. Ev demek dirêj bû li Sîlopî Newroz nedihat pîrozkirin. Ji sala 2015’an de destûr nedihat dayîn. Lê îro dîsan Kurd berxwedana xwe bi rêxistin dikin. Emê encamên hilbijartina 31’ê Adarê, di 21’ê Adarê de li qadan nîşan bidin.”
DAYIKA AŞTIYÊ: DIVÊ JIN LI QADAN BIN
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş jî, bang li jin û ciwanan kir ku bi coşek mezin beşdarî Newrozê bibin.
Dayika Aştiyê Asya Tokay jî, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha got: “Jin dê li qadan bin. Ji niha de ez Newrozê pîroz dikim. Divê hemû gelê me beşdarî vê coşê bibin.”
‘EMÊ BI HEVRE TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz jî, da zanîn ku Newroz roja ku mezlûm li dijî zilmê mafê mirovan diparêzine û ev peyam da: “Emê îsal bi hêzek mezin Newrozê pîroz bikin. Ez dixwazim hemû gelê Sîlopî beşdarî Newrozê bibe. Di vê Newrozê de, emê bibin dengê berxwedana hevalên xwe yên di greva birçîbûnê dene. Emê vê tecrîdê bi hevre bişkînin.”
‘WERIN EM BI DENGÊ LEYLAYAN LI QADANBIN’
Namzeta HDP’ê ya Hevşaredara Gorumlu Zeynep Unat jî, da zanîn ku pîrozbahiyên îsal ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: “Em sala 2019’an weke sala berxwedana gelê Kurd dinirxînin. Îro em bi berxwedan grevên birçîbûnê ber bi pîrozbahiyên Newrozê ve diçin. Emê bi rihê berxwedana grevên birçîbûnê biherikin qadên Newrozê. Em hemû jinan vedixwînin qadên Newrozê û dibêjin werin em bibin dengê Leyla Guven.”
MA / Berîvan Altan