MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê piştî ji girtîgehê hat berdan, li mala xwe ya Dêrikê berdewam dike, piraniya roja xwe bi şopandina nûçeyên girtîgehan derbas dike. Ektîren a bi telefonê bi Leyla Guven re axivî, diyar kir ku hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan.”
Gurbet Ektîren a li girtîgehê di 15’ê Çile de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û di 8’ê Adarê de hat berdan, li mala xwe ya li navçeya Dêrik a Mêrdînê çalakiya xwe didomîne. Ektîren a gelek kes diçin serdana wê, hevalên wê Melîha Kiran û Yuksel Oguz ên di sala 2016’an de bi hevre li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mabûn, lê mêze dikin. Ektîren di saetên serê de ji xew şiyar dibe û nêzî 15 deqeyan li berbank mala xwe dimeşe. Ektîren dure, av û vîtamînên pêwîst vedixwe û dest bi rojê dike.
HERÎ ZÊDE NÛÇEYÊN GIRTÎGEHÊ DIXWÎNE
Ektîren, piraniya roja xwe bi şopandina nûçeyên girtîgehan derbas dike û ji bo kesên tên serdana wê jî, derbarê armanc û girîngiya çalakiya xwe de wan agahdar dike.
LEYLA GUVEN DI TELEFONÊ LÊ GERIYA
Ektîren, diyar kir ku li ser telefonê bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got: “Leyla Guven li bi telefonê li min geriya. Min ji wê pir hêz girt. Dema min dengê wê bihîst ez ecêp bûm. Ez nizanim çawan vebêjim. Dîsan ji bo telefonên Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan û Parlamentera HDP’ê Dersim Dag ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di çalakiyê dene, pir keyfxweş bûm.”
REWŞA WÊ YA TENDURISTIYÊ BAŞE
Li gel van hemûyan Ektîren rojê 2 lître avê vedixwe û kontrola tenduristiya wê ji aliyê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) vê tê kirin. Rewşa tenduristiya Ektîren başe û tu pirsgirêkên cîdî tuneye.
‘LI BER GIRTÎGEHAN DAXUYANÎ DAYÎN HÊZÊ DIDE GIRTIYAN’
Ektîren, destnîşan kir ku ew bi biryardarî çalakiya xwe berdewam dike û wiha got: “Ez ji bo hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de, silavên xwe dişînim. Ez dixwazim hemû kes xwedî çalakgeran derbiikevin. Çalakiya me dê bi serketinê bi encam bibe û di vî warî de qet gumana min tuneye. Em dixwazin ku girtî çalakiya xwe berdewam bikin. Hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan. Ji ber vê çalakiyên li ber girtîgehan pir girîngin.”
MA / Ahmet Kanbal