AMED - Dayika Îhsan Balkaş ê yek gurçika wî heyî û li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye Habîbe Balkaş, diyar kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûl kirin.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 131'emîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya di 16’ê Kanûna 2018’an li girtîgehan dest pê kir û di 1’ê Adarê de li tavahiya girtîgehan belav bûn jî, didomin. Yek ji girtiyên di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, Îhsan Balkaş ê 9 salin girtiye û tenê gurçikekê wî heye.
Dayika Îhsan Balkaş Habîbe Balkaş (70), ji ber ku li Amedê dijî, di 2 salên dawî de tenê çarekê kariye biçe hevdîtina kurê xwe. Dayik Habîbe Balkaş, darbarê çalakiya greva birçîbûnê ya kurê xwe de axivî û wiha got: “Kurê min ji bo rakirina tecrîdê berê jî ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Kurê min ji 1’ê Adarê ve di grevê deye. Zarokên me ne bêxwedîne. Em xwedî zarokên xwe derdikevin. Emê tim piştgiriyê bidin têkoşîn û berxwedana wan.”
DIBE KU GURÇIKA WÎ ÎFLAS BIKE
Balkaş, da zanîn ku divê demildest daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin û wiha bilêv kir: “Tenê gurçikeke kurê min heye. Ketiye greva birçîbûnê. Rîska ku gurçika wî îflas bike heye. Ev zilma li gelê Kurd tê kirin, divê neyê qebûlkirin. Êdî bese.”
‘EM JI WAN NE QÎMETIRIN’
Dayik Balkaş, destnîşan kir ku ji roja ku bihistiye kurê wê ketiye greva birçîbûnê, xwarin di gewriya wê de naçe xwarê û wiha bang li raya giştî kir: “Ew tiştekê nexwin. Ma emê çima bixwin. Tiştek di gewriya min de naçê xwarê. Em ji wan en bi qîmetirin. Ez bang li raya giştî dikim ku, bibin dengê çalakgerên di grevên birçîbûnê de.”