Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin

img

AMED - Wezareta Karên Hundir bi sedema ku maşîna zirxî ya cendirmeyan a 5 welatî eciqandin û kuştin, zerar dîtiye, ji ajokarê maşina sivîl Fikrî Demîrbaş 250 hezar Euro tazminat daxwaz kir. 

Di 20'ê hezîrana 2017'an de li nezî gundê Fîsê yê navbera Licê û Amedê maşîna zirxi ya kobra ya cendirmeyan li maşîna sivîl qeliband û 5  welatiyên sivîl eciqand û kuşt. Wezîrê Karên Hundir bi hinceta maşîna cendirmeyan zerar dîtiye ji ajokarê sivîl tazmînat xwest. Wezaretê ji ajokarê maşîna sivil Fîkrî Demîrtaş (53) ku gel rêwiyê maşîneyê Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamit Dagtaş (63) û dayika ajokar Zeynep Demirbaş (76) jiyana xwe ji dest dan tazmînat xwest. Wezaretê ji varîsê Fikrî Demirtaş, bi sedema maşina cendirmeyan zerar dîtiye xwest 250 hezar Euro tasminat bide. 
 
Maşîneya zirxî otomobîlê perçiqandibû û di encamê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş jiyana xwe ji dest dabûn. 5 polîsên tîmên taybet ên di maşîneya zirxî de jî bi sivîkî birîndar bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Licê di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de her çiqas polîsê ajokar N.Î. binçav kir jî, lê bi şertê kontrola edlî berdabû.  Parêzerên mexdûran li dijî biryara lêpirsînê îtîraz kiribû. Parêzeran diyar kiribû ku maşîneya zirxî ji ser xeta xwe derketiye û li otomobîlê qelibiye. Parêzer çûn cihê bûyerê delîlên berhev kirin û dîmenên kişandin ji bo wek delîl bê qebûlkirin Li Dadgeha Hiqûqê Asliye ya Licê doza tespîtkirina delîl vekir. Dadgehê daxwaza parêzeran di cih de dît û biryar da ku ev belgeyên parêzeran wek delîl bê nîşandan.  Cendermeyan têkildarî bûyerê “girteka tespîta qezayê” amade kir, ajokarê obomobîlê Fîkrî Demîrbaş  “biqisûrê yekemîn” dît û ajokarê maşîneya zirxî polîs N.Î. jî ji ber xiza zêde “biqisûrê duyem” dîtibû. Parêzerên mexdûran diyar kiribûn ku girteka cendermeyan amade kiriye li dijî rastiyê û di çarçoveya beyanên polîsan de hatiye amadekirin û li dijî raporê îtîrazî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribûn. Dozgeriyê rapora cendermeyan a der barê qezayê de amade kiribû, şand Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî (ATK).  Heyeta ji 3 kesên pispor a ji Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas, profesorek û endezyarek pêk dihat, raporek ji du rûpelan pêk dihat amade kir. Heyetê îdia kir ku tevahiya dosyeyê lêkolîn kirine û ew jî tev li îdiayên di raporê de hatine amade kirin dibin. Heyeta ATK’ê ajokarê maşîneya zirxî N.Î. “bêqisûr” dît û ajokarê otomobîlê Fîkrî Demîrbaş jî “biqisûr” dît. 
 Parêzerên mexdûran îtîrazî rapora Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Parêzeran nêrînên xwe li dosyeyê zêde kirin û xwest ku dosyeyê carek din bişînin Saziya Tiba Edlî. 
 
Wezareta Karên Hundir rapora ATK'ê ji xwe rekir spartek û varîsê ajokar Fikri Demirbaş 250 hezar û euro pere xwest. Wezaretê parast ku maliyeta maşina kobra ya zirxî 350 hezar  Euro ye û ji ber zerar dîtiye buhayê wê daketiye 100 hezar tl. Wezaretê diyar kir ku ji ber maşîne zerar dîtiye xwest malbata Demirbaş 250 hezar Euro heqê zerarê bide. Wezaretê ji varîs xwest ku 250 hezar Euro zerara maşinê li bankayê razîne. Wezaretê di ihtarnameyê de destnişan kir ku piştî îhtarname gihişt destê malbatê di nava 30 rojan de divê vi pereyî razinin. Wezaretê da zanîn ku ger ev pere neyê razandin dê der barê wan de reya darazê veke. 
 
DELÎL REŞ KIRIN
 
Parezerê malbata Demirbaş  Velat Bozhan, anî ziman ku yên qeza pêk anîne jî cendirme ne û yên girtek girtine jî dîsa cendirme ne delîl kêm kom kirine û yên heyî jî reş kirine û wiha got: "Yên girtek kom kirin û yên bersûc heman alîne. Delîl kêm kom kirin. Ji ber ku li herêma cendirmeyan e divê cendirme girtekan bigire. Li aliyê din dema girtek girtin jî em ne li wir bûn. Ji ber vê yekê delîl kêm kom kirin. Ji bo delîl bên komkirin me ij dadgeha Hiquqa Asliye xwest ku disa li cihê buyerê keşif bê kirin. Ger ku daxwazên me pêk bên dê mijar bêtir ronî bibe. Hat tespîtkirin ku Cendirmeyan şerîda rê îhlal kirine." 
 
GIRTEKA CENDIRMEYAN GIRTIYE NE ZALAL E 
 
PRz. Bozhan, anî ziman ku wan ji qereqolên cendirmeyan ên nêzi bûyerê dîmen xwest, lê bi hinceta nehatiye qeydkirin dîmen nedane û wiha axivî: "Girteka ji aliyê cendirmeyan girtiye ji ne zelal e. Li ser îtîrazên me dosya şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Pir aşkere ye ku lêkolîn kêm hatiye kirin û delîl kêm hatine komkirin. Dive rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê jî bê. Lê hêj rapor nehatiye tanzimkirin. Hêj tam nehatiye zelalkirin ku kî bi qisûr e. Hêj mijar bi encam nebûye û teqez nebûye. Em ê disa itîraz bikin. Em dê bixwazin ku dozger ji nûve lêkolîn bike."
 
5 XIZMÊN HEV HATIN KUŞTIN LÊ ZERARA MAŞÎNÊ DIXWAZIN
 
Bira Yaşar Demîrtaş jî anî ziman ku di bûyerê de birayê wî Fikrî û dayika wî Zeynep Demirbaş jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di bûyerê de 5 kesên xizmên hev jiyana xwe ji des dan. Du roj beriya bûyerê dema diçûn sersaxiya 2 xizmên xwe maşîna zirxî li maşîna wan qeliband. Piştî me bûyer bihîst em cemidin û êdî me nezanîbû emê çi bikin. Em çend rojan di şînê de bûn. Me nekarîbû tiştekî bikin. Sûc avêtin ser birayê min. Aliyekî qezayê cendirmeyan e. Lê aliyê lekolîn kir û delîl kom kirin jî dîsa cendirme ne. Ev rapor tu carî ne be alî û ne adil e. Ev rapor ji aliyê dewletê ve saranyoye hatiye amadekirin. Niha biraziyê min  8-9  kesin. Zaten rewşa wan tune ye. Biraziyê min tu karî jî nakin. Li gel vê yekê jî niha 250 hezar Euro dixwazin. Em ne sucdar in bi ser vê yekê de jî tazmînate ji me dixwazin. Em hem mexdûr in û hem jî tazmînatê ji me dixwazin. Em dixwazin rastî ronî bibe. Em wekî malbata Demîrtaş dixazin dengê me bê bihîstin û heqîqet ronî bibe. Me di bûyere de malbat û birayê xwe winda kirin. Pişti birayê min di qezayê de çû gelek êtîm li pey xwe hiştin. Em dixwazin heqê van yêtiman jî bê pirsîn. Em dixwazin vê êşê û birînê derman bikin. Niha malbat mexdûr e. Niha dewlet barekî din li ser mile me bar dike. Nayê qebûlkirin ku hemû barî bavêje ser milê birayê min. Em bang dikin ku bila her kes dengê me bibihize. Guneh e. Di maşineyekê de 5 mirov hatin kutin, lê tazminata maşînê dixwazin. 

Sernavên din

18/03/2019
13:10 Malbata Zulkuf Gezen, serdozgeriyê derewand
13:05 Partiyên tifaqa Kurd ên Wanê bang li tevlêbûna Newrozê kir: Teqez emê bi ser bikevin
11:15 Girtiyên li Girtîgeha rojê 2 caran tên derbkirin
11:03 Mehmet Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsiyar e
11:02 Esnaf, li ser îfadeya şahidê nepen a 'parêzer e' 2 sal û 2 meh girti ye
10:50 Temellî û parlementer dê gora Gezen ziyaret bikin
10:50 Ji bo Gezen sersaxî tên qebûlkirin
10:41 Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'
10:14 Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin
10:13 Kesek li Riha hat binçavkirin
09:54 Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe
09:43 Jinên Sîlopî yên 3 sal şûn de dê Newrozê pîroz bikin: Em bibin dengê Leyla
09:28 Çalakger Ektîren: Daxuyaniyên li ber girtîgehan hêzê dide girtiyan
09:28 'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’
09:28 Dayika çalakgerê grevê yê bi gurçikekê: Em vê zilmê qebûl nakin
09:26 Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin
09:25 Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin
09:21 Namzetên HDP’ê yên Kagithanê: Werin em bi hev re bi rêve bibin
09:19 ‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’
09:18 Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin
09:17 Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
09:16 Li girtîgehên Antalya û Alanya 60 girtî di greva birçîbûnê dene
09:16 'Dersîm di 31'ê Adarê de dê guhê Enqere ker bike'
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 131'emîn de ye
07:49 Polîsan bi zorê û beyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen defin kirin
17/03/2019
23:16 Cenazeyê Zulkuf Gezen sibe dê ber bi Amedê ve bê oxirkirin
21:20 Ahmet Gezen: Biraziyê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî
19:53 Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî
17:28 Gelê Wanê Newroz pîroz kir
17:16 Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin
16:35 Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin
16:27 Qoseriyan bang li demokrat, rewşenbir û îktîdarê kirin: Mafê jiyanê pîroz e
15:52 Dadgehê Yusuf Ateş ê li HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê girtin
15:24 Yekîtiya Hêza Şoreşger zext û qedexe şermezar kir
15:09 Rojbuna Îsmail Korkmaz pîroz kirin
14:54 Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin
14:32 Nobeta greva birçîbûnê di roja duyem de didome: Banga dayikan bibihîzin
14:02 Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê
13:37 Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin
13:14 Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî di grevê de ne
13:04 Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir
12:02 Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir
11:30 KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef
10:31 Polîsan li Îdirê bi ser malên rêveberên DBP û HDP'ê de girt
09:34 'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin'
09:20 Namzetên HDP'ê yên Qilebanê: Wê gel rê li ber me bixe
09:19 Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye
09:17 Çavê 3 girtiyên li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ne xera bûn
09:15 Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin
09:14 Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê
09:12 Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin
09:11 Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê
09:10 'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me'
09:08 HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin
09:06 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Kezaeba min dişewite
09:04 Firmaya 246 hezar TL 'bertîl' da, ji bo hevdîtinê ne 'musaîd e'
09:01 Namzetên Qubînê: Emê berê xizmeta binesaziyê bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2019'AN
08:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 130'yemîn de ye
16/03/2019
17:43 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiya Helepce şermezar kir
17:19 QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên Dêra Zorê aşkere kir
17:00 Li bajarên Herêma Kurdistanê şehîdên Helebce hatin bibîranîn
16:47 Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
16:47 Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
16:36 Gelê Helebce, şehîdên Helebce bibîr anîn
16:10 Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan û esnaf ziyaret kirin
15:57 Destûra Newroza Amedê hat dayîn
15:46 Girtî li ber mirinê ye û daxwaza tedawiyê wî red dikin
15:38 Xizmên windayan kesên di Komkujiya Helepçê de hatin kuştin bibîr anîn
15:27 ‘Girtiyê nexweş Kiliç serbest berdin'
15:03 Li Colemêrgê li dijî baregeha eskerî êrîş
14:49 ÎHD’a Îzmîrê: Divê girtiyê nexweş Tekîn demildest bê berdan
14:31 Komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
14:12 Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
13:59 Çar girtin, 150 hatin
13:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn
13:44 Girtiyên nexweş berdin
13:41 Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine
13:07 8 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:54 Li Girtîgeha Tarsûsê maske nadin girtiyên di grevê de
12:16 KCD'ê ji bo Helepçê daxuyanî da
12:04 Newroza Stenbolê dê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
11:47 Demîrtaş ji Êlihiyan re peyam şand
11:44 Yekîtiya Jinên Kurd: Helebçe qet ji bîr nabe
11:28 Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:28 Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike
11:27 Dadgehê 'Çerxa bertilê' ya qeyûm bincil kir
11:19 Demîrkaya hat girtin
11:13 Girtiyê nexweş Menderes Leyla jî di greva birçîbûnê deye
10:04 Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
10:02 Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike
09:53 Li Wêranşarê yek rojev heye: Wê HDP ji sedî çend ferq biavêje
09:52 Fikarên malbatên girtiyan zêde bûne
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn