AMED - Wezareta Karên Hundir bi sedema ku maşîna zirxî ya cendirmeyan a 5 welatî eciqandin û kuştin, zerar dîtiye, ji ajokarê maşina sivîl Fikrî Demîrbaş 250 hezar Euro tazminat daxwaz kir.
Di 20'ê hezîrana 2017'an de li nezî gundê Fîsê yê navbera Licê û Amedê maşîna zirxi ya kobra ya cendirmeyan li maşîna sivîl qeliband û 5 welatiyên sivîl eciqand û kuşt. Wezîrê Karên Hundir bi hinceta maşîna cendirmeyan zerar dîtiye ji ajokarê sivîl tazmînat xwest. Wezaretê ji ajokarê maşîna sivil Fîkrî Demîrtaş (53) ku gel rêwiyê maşîneyê Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamit Dagtaş (63) û dayika ajokar Zeynep Demirbaş (76) jiyana xwe ji dest dan tazmînat xwest. Wezaretê ji varîsê Fikrî Demirtaş, bi sedema maşina cendirmeyan zerar dîtiye xwest 250 hezar Euro tasminat bide.
Maşîneya zirxî otomobîlê perçiqandibû û di encamê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş jiyana xwe ji dest dabûn. 5 polîsên tîmên taybet ên di maşîneya zirxî de jî bi sivîkî birîndar bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Licê di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de her çiqas polîsê ajokar N.Î. binçav kir jî, lê bi şertê kontrola edlî berdabû. Parêzerên mexdûran li dijî biryara lêpirsînê îtîraz kiribû. Parêzeran diyar kiribû ku maşîneya zirxî ji ser xeta xwe derketiye û li otomobîlê qelibiye. Parêzer çûn cihê bûyerê delîlên berhev kirin û dîmenên kişandin ji bo wek delîl bê qebûlkirin Li Dadgeha Hiqûqê Asliye ya Licê doza tespîtkirina delîl vekir. Dadgehê daxwaza parêzeran di cih de dît û biryar da ku ev belgeyên parêzeran wek delîl bê nîşandan. Cendermeyan têkildarî bûyerê “girteka tespîta qezayê” amade kir, ajokarê obomobîlê Fîkrî Demîrbaş “biqisûrê yekemîn” dît û ajokarê maşîneya zirxî polîs N.Î. jî ji ber xiza zêde “biqisûrê duyem” dîtibû. Parêzerên mexdûran diyar kiribûn ku girteka cendermeyan amade kiriye li dijî rastiyê û di çarçoveya beyanên polîsan de hatiye amadekirin û li dijî raporê îtîrazî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribûn. Dozgeriyê rapora cendermeyan a der barê qezayê de amade kiribû, şand Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî (ATK). Heyeta ji 3 kesên pispor a ji Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas, profesorek û endezyarek pêk dihat, raporek ji du rûpelan pêk dihat amade kir. Heyetê îdia kir ku tevahiya dosyeyê lêkolîn kirine û ew jî tev li îdiayên di raporê de hatine amade kirin dibin. Heyeta ATK’ê ajokarê maşîneya zirxî N.Î. “bêqisûr” dît û ajokarê otomobîlê Fîkrî Demîrbaş jî “biqisûr” dît.
Parêzerên mexdûran îtîrazî rapora Serokatiya Koma Daîreya Îhtîsas a Trafîka Enqereyê ya Saziya Tiba Edlî kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Parêzeran nêrînên xwe li dosyeyê zêde kirin û xwest ku dosyeyê carek din bişînin Saziya Tiba Edlî.
Wezareta Karên Hundir rapora ATK'ê ji xwe rekir spartek û varîsê ajokar Fikri Demirbaş 250 hezar û euro pere xwest. Wezaretê parast ku maliyeta maşina kobra ya zirxî 350 hezar Euro ye û ji ber zerar dîtiye buhayê wê daketiye 100 hezar tl. Wezaretê diyar kir ku ji ber maşîne zerar dîtiye xwest malbata Demirbaş 250 hezar Euro heqê zerarê bide. Wezaretê ji varîs xwest ku 250 hezar Euro zerara maşinê li bankayê razîne. Wezaretê di ihtarnameyê de destnişan kir ku piştî îhtarname gihişt destê malbatê di nava 30 rojan de divê vi pereyî razinin. Wezaretê da zanîn ku ger ev pere neyê razandin dê der barê wan de reya darazê veke.
DELÎL REŞ KIRIN
Parezerê malbata Demirbaş Velat Bozhan, anî ziman ku yên qeza pêk anîne jî cendirme ne û yên girtek girtine jî dîsa cendirme ne delîl kêm kom kirine û yên heyî jî reş kirine û wiha got: "Yên girtek kom kirin û yên bersûc heman alîne. Delîl kêm kom kirin. Ji ber ku li herêma cendirmeyan e divê cendirme girtekan bigire. Li aliyê din dema girtek girtin jî em ne li wir bûn. Ji ber vê yekê delîl kêm kom kirin. Ji bo delîl bên komkirin me ij dadgeha Hiquqa Asliye xwest ku disa li cihê buyerê keşif bê kirin. Ger ku daxwazên me pêk bên dê mijar bêtir ronî bibe. Hat tespîtkirin ku Cendirmeyan şerîda rê îhlal kirine."
GIRTEKA CENDIRMEYAN GIRTIYE NE ZALAL E
PRz. Bozhan, anî ziman ku wan ji qereqolên cendirmeyan ên nêzi bûyerê dîmen xwest, lê bi hinceta nehatiye qeydkirin dîmen nedane û wiha axivî: "Girteka ji aliyê cendirmeyan girtiye ji ne zelal e. Li ser îtîrazên me dosya şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Pir aşkere ye ku lêkolîn kêm hatiye kirin û delîl kêm hatine komkirin. Dive rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê jî bê. Lê hêj rapor nehatiye tanzimkirin. Hêj tam nehatiye zelalkirin ku kî bi qisûr e. Hêj mijar bi encam nebûye û teqez nebûye. Em ê disa itîraz bikin. Em dê bixwazin ku dozger ji nûve lêkolîn bike."
5 XIZMÊN HEV HATIN KUŞTIN LÊ ZERARA MAŞÎNÊ DIXWAZIN
Bira Yaşar Demîrtaş jî anî ziman ku di bûyerê de birayê wî Fikrî û dayika wî Zeynep Demirbaş jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di bûyerê de 5 kesên xizmên hev jiyana xwe ji des dan. Du roj beriya bûyerê dema diçûn sersaxiya 2 xizmên xwe maşîna zirxî li maşîna wan qeliband. Piştî me bûyer bihîst em cemidin û êdî me nezanîbû emê çi bikin. Em çend rojan di şînê de bûn. Me nekarîbû tiştekî bikin. Sûc avêtin ser birayê min. Aliyekî qezayê cendirmeyan e. Lê aliyê lekolîn kir û delîl kom kirin jî dîsa cendirme ne. Ev rapor tu carî ne be alî û ne adil e. Ev rapor ji aliyê dewletê ve saranyoye hatiye amadekirin. Niha biraziyê min 8-9 kesin. Zaten rewşa wan tune ye. Biraziyê min tu karî jî nakin. Li gel vê yekê jî niha 250 hezar Euro dixwazin. Em ne sucdar in bi ser vê yekê de jî tazmînate ji me dixwazin. Em hem mexdûr in û hem jî tazmînatê ji me dixwazin. Em dixwazin rastî ronî bibe. Em wekî malbata Demîrtaş dixazin dengê me bê bihîstin û heqîqet ronî bibe. Me di bûyere de malbat û birayê xwe winda kirin. Pişti birayê min di qezayê de çû gelek êtîm li pey xwe hiştin. Em dixwazin heqê van yêtiman jî bê pirsîn. Em dixwazin vê êşê û birînê derman bikin. Niha malbat mexdûr e. Niha dewlet barekî din li ser mile me bar dike. Nayê qebûlkirin ku hemû barî bavêje ser milê birayê min. Em bang dikin ku bila her kes dengê me bibihize. Guneh e. Di maşineyekê de 5 mirov hatin kutin, lê tazminata maşînê dixwazin.