STENBOL - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Kagithanê, diyar kirin ku li navçeyê gelek pirsgirêk hene û gotin: “Em nabêjin, emê deryayê bînin û Kagithanê vegûherînin Parîsê, lê emê Kagıthaneyeke layîqî gel ava bikin. Werin em bi hevre bi rêve bibin.”
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên navçeya Kagithanê ya Stenbolê Kîbar Akkoç û Îsa Yildiz, ku bi salane dinava siyasetê de cih digirin, dixwazin Kagithaneyeke layîqî gel ava bikin. Îsa Yildiz, di sala 1955’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatiye dine û ji sala 1964’an ve li navçeya Kagithanê ya Stenbolê dijî. Yildiz di avakirina Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin de cih girtiye û bi salan dinava siyasetê de rol û mîsyona xwe lîstiye.
Namzeta Hevşaredariya Kagithanê Kibar Akkoç a 42 salî jî, li Bazîda Agiriyê hatiye dinê û di sala 1991’an de derbasî Stenbolê bûye û ev 27 salin li Kagithanê dijî. Akkoç dayika 3 zarokane û bi salan di xebatên HDP’ê de bi dildarî xebitiye.
'EM Ê BI GEL RE BIRÊVE BIBIN'
Yıldız, diyar kir ku navçeya Kagithanê bi betonê hatiye fetisandin û wiha axivî: “Pirsgirêkên rê û bêkariyê yên navçeyê pir zêdene. Ji bo ku em van pirsgirêkan çareser bikin, em bûn namzet. Em ê li ser qoltixên xwe ne rûnin. Em tax bi tax, koçe bi koçe bigerin. Em ê meclîsên taxan ava bikin. Emê bi gelê xwe re hemû karê xwe bikin.”
‘EMÊ KAGITHANEYEKE LAYÎQÊ GEL AVA BIKIN’
Yildiz, da zanîn ku bêkesan ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nabêjin, emê deryayê bînin û Kagithanê vegûherînin Parîsê, lê emê Kagıthaneyeke layîqî gel ava bikin. Werin em bi hevre bi rêve bibin. Ji ber vê em dengê gel dixwazin. Em em qezenc bikin, emê bi hevre Kagithanê bi rêve bibin.”
‘DI ŞAREDARIYÊ DE EM Ê CIH BIDIN XEBATKARÊN JIN’
Namzet Kîbar Akkoç jî, bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li Kagithanê dijîn û wiha axivî: “Li vê navçeyê gelek pirsgirêkên jinan hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan emê meclîsên jinan ava bikin. Emê dîsan malên jiyanê ava bikin û xebatên kooperatîfan pêşkêşî jinan bikin. Di şaredariyê de emê cih bidin xebatkarên jin. Emê qadên şîn ava bikin. Emê pirtûkxaneyan vekin û di warê tenduristiya jinan de xebatan bi rêve bibin.”
Akkoç, da zanîn ku ewê li gorî pêdiviyên bingehîn ên gel tevbigerin û wiha got: “Em ji bo gelê Kagithanê dibêjin, bila ne ji bo me, ji bo xwe deng bidin HDP’ê. Werin dengê xwe bidin HDP’ê û em bi hevre navçeya xwe bi rêve bibin.”
MA / Sadiye Eser