* Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Yekîtiya Şoreşger a Dersîmê Yusuf Topçu, diyar kir ku derî bi derî digerin û wate û girîngiya hilbijartinê vedibêjin. Topçu, da zanîn ku hêviya gel a ji Yekîtiya Hêza Şoreşger pir zêde ye û wiha got: "Encama hilbijartina 31'ê Adarê ya Dersîmê dê guhê Enqereyê ker bike."
* Li girtîgehên Tîpên L ên Antalya û Alanya, 9 jê jin 60 girtî, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Girtiyan banga hestiyariyê kirin û gotin: “Heta ku tecrîda li ser rêbertiya me neyê şikandin emê di çalakiyê de bin. Ev bedenên me yên me ji mirin û birçîbûnê re razandine, bila fedayê Rêbertiya me be. Bila hemû kes bibin dengê me.”
* Dinava bajarên herî zêde betal lê tijene bajarê Wanê ye. Welatiyên belat, diyar kirin sedema vê tenê heskirina meqamê ye û berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye.
* Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, gehiştine astek krîtîk û got: “Gelê me dê li qadên Newrozê bibe, dengê qîrîniya li zindanan bilind bûye.”
* Dayik Aysel Tûfan a kurê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê deye, xwest ku hemû kes xwedî grevên birçîbûnê derbikevin û got: “Em bibin dengê zarokên xwe. Êdî bese, bila rojên xirab bi dawî bibe. Îro ezim, sibe dê hûn bin. Em hîn zêde xwedî çalakgeran derbikevin.”
* Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Kagithanê, diyar kirin ku li navçeyê gelek pirsgirêk hene û gotin: “Em nabêjin, emê deryayê bînin û Kagithanê vegûherînin Parîsê, lê emê Kagıthaneyeke layîqî gel ava bikin. Werin em bi hevre bi rêve bibin.”
* Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Cîhanbeylî Serap Kaya û Mehmet Yalçin, derbarê projeyên xwe de axivîn û gotin: “Emê kooperatîf, bazar û Malên Tenûrê yên Xemrî ava bikin. Li navçeya Cîhanbeylî berî her tiştî emê yekitî û wekheviyê ava bikin.”
* Dayika Îhsan Balkaş ê yek gurçika wî heyî û li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye Habîbe Balkaş, diyar kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûl kirin.
* Gurbet Ertekîn a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê piştî ji girtîgehê hat berdan, li mala xwe ya Dêrikê berdewam dike, piraniya roja xwe bi şopandina nûçeyên girtîgehan derbas dike. Ertekîn a bi telefonê bi Leyla Guven re axivî, diyar kir ku hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan.”
* Birayê Şemsettîn Aykaç ê li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê 72 rojin di greva birçîbûnê deye Hayretîn Aykaç, diyar kir ku Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de, ji ber ku rewşa wî nebaş bû nekarî derkeve hevdîtinê. Aykaç, da zanîn ku çalakger kirine hucreyên cuda û kesekê nadin gel wan.
* Gelê Sîlopî, 3 sal piştî qedexeyên kerketina derve, xwe amede dike ku bi girseyî beşdarî Newroza îsal bibe. Jinên Sîlopî yên derbarê pîrozbahiyên Newrozê de axivîn, diyar kirin ku Newroz cejna berxwedanê ye û ewê di Newrozê de bibin dengê Leyla Guven a di greva birçîbûnê deye.”
* Ji Newroza îsal re 3 roj man. Beriya pîrozbahiya Newroza dîrokî rojnamegerên bi salan e pîrozbahiya Newrozê dişopînin û dibin şahidê pîrozbahiya Newrozê, çavdêriyên xwe yên li ser Newrozê anîn ziman. Rojnamegeran diyar kirin ku Newroz bedena heviya bi înat e û tevî hemû zext û zordariyan tê pîrozkirin.
Navçeya Nisêbînê cihek Newrozê ye. Dê di 21’ê Adarê de li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin. 27 sal berê roja Newrozê li Nisêbînê komkujiyek pêk hatibû. Ji şahidên wê rojê Abdulkerîm Alkan behsa wê komkujiyê kir û got: “Divê îro jî bi heman coşê bê pîrozkirin.”
*Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, li ber Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, dê derbarê Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
*Ji bo Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, dê li navçeya Peyas a Amedê sersaxî bên qebûl kirin. (08.00-16.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebaten hilbijartinê de, dê li navend û navçeya Basa yên Şirnexê û navçeya Nisêbên a Mêrdînê bi gel re bên ba hev. bicive. (11.00-17.00)
*Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, beşdarî mîtînga Bagcilar a Stenbolê bibe. (19.00)