STENBOL - Cenazeyê Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, li Stenbolê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat pêşwazî kirin. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gezen dê sibe saet 09.50’an ber bi Amedê ve bê oxirkirin.
Hevalên Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ber destê sibê saet 03.00’yan de Gezen ferq kirin. Piştî hevalên Gezen agahî dan rayedarên girtîgehê, cenazeyê Gezen ji bo morga Nexweşxaneya Lêkolîn a Namik Kemal hat rakirin. Malbata Gezen a agahî girt, çû Tekîrdagê û cezayê kurê xwe girtin û ji wir jî cenaze anîn morga Balafirgeah Ataturkê ya Stenbolê. Parlementerên HDP’ê, pismamê Gezen û gelek kes li Balafirga Ataturkê radiwestin.
Hat diyar kirin ku cenazeyê Gezen dê sibe saet 09.50’an ber bi Amedê ve bê oxirkirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, dê bi cenazere werê Amedê.
KOÇYIGÎT: SERÊ HEMÛ GELÊ ME SAX BE
Rêveber û endamên rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajarên Tekîrdag û Stenbolê û gelek welatî çawan ku agahî bihîstin hatin Balafirgeha Ataturkê. Girse li vê derê bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û li ber beşa kargo ya balafirgehê, dibin ewlekariyek zêde de daxuyaniyek kurt dan.
Hevberdevka HDK’ê û Parlementera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ji bo, bi dawî anîna bêhiqûqiyê, ji çalakgerên grevên birçîbûnê Gezen serê vê sibê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê wî girtin û anîn vê derê. Rapora otopsiyê nedan malbatê. Gezen ji bo şermezarkirina vê pêvajoyê dawî li jiyana xwe anî. Divê hikumet demildest gavan bavêje. Bi dehan car ji bo gav bên avêtin me bang kirin. Lê guh nedan van bangên me. Va ye îro ev çalakiya şahedatê pêk hat û mirin rû da. Em dibêjin serê hemû gelê me sax be. Em cenazeyê xwe sibe saet 09.50’an de ber bi Amedê ve bi rê dikin. Ez di wê baweriyê deme ku gelê me yê Amedê dê xwedî zarokê xwe derbikeve û bi girseyî wî oxir bike.”
Pismamê Zulkuf Gezen Mehmet Gezen jî, wiha got: “Zulkuf tim bi kêf û eşq bû. Şert û mercên heyîn bûn sedem ku vê çalakiyê pêk bîne. Serê hevalên wî saxbin. Serê yên mane sax bin.”