MÊRDÎN - Bi sedan welatiyên li ser banga Meclisa Dayikên Aştiyê li Qoserê kom bûn, piştgirî dan bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindan û derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Di çalakiyê de Siyasetmedar û namzetê Hevyşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bang li akademîsyen, demokrat û rayedarên hikûmetê kir û xwest berpirsiyariya xwe pêk bînin.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 130'yemîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 117 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 91 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 92 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 17'emîn de didome. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 70'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15'e Çile de dest bi grevê kir û di 8'e Adarê de hat berdan di roja 62'emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 57’an de didome.
BI SEDAN KES LI QADA AZADIYÊ KOM BÛN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi sedan kes li Qada Azadiyê kom bûn û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de. Bi sedan kesên di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de li Parka Azadiyê kom bûn, bang li rayedaran kir û xwest gavan bavêjin. Di nava girsê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qoserê Salih Kuday û Nilufer Elik Yilmaz jî amade bûn. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û Qoserê jî piştgirî dan çalakiyê.
Prz. Kenan Angay, bang lmi hikûmetê kir û wiha got: "Rêberê PKK'ê Ocalan ji 2011'an û virde nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015’an ve nikare bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin bike. Ocalan nêzî 3 salin nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. Li hemû girtîgehên Tirkiye nêzî 5 hesar girtî li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ne û rewşa gelekan krîtîk e. Her girtî xwedi maf e ku bi parêzerê xwe re bi rêk û pêk hevditin bike. Lê Birêz Abdullah Ocalan ji 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Daxwazên girtiyan hiqûqî û zagonî ne. Ev daxwaz, daxwazên Qanûna Bingehin a Tirkiye ye. Li gorî pîvanên sincî yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropa divê parêzer û malbat karibe bi girtiyan re hevdîtin bike. Ev daxwaz daxwazên rast û hiqûqî ne."
TURK: DIVÊ HER KES BI DENGÊ BILIND BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDE
Siyasetmedar û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdîne yê HDP'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku daxwazên girtiyan divê pêk bê û wiha got: "Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê rolek mezin dikeve ser civak û cemaweriyê. Hemû kesên dibêjin ez xwedi wîcdan û demokrat im, divê her yek gavekê bavêje. Mafê jiyanê pîroz e. Divê bêyî mirov jiyana xwe ji dest bide vî mafê wan biparêze. Divê her kes bertekên xwe yên demokratîk pêk bîne. Li Tirkiye yên mafên parastina jiyanê tinin ziman ger ku bi dengê bilind daxwazên xwe bînin ziman ev pirsgikêk dê çareser bibe.
DAYIKA AŞTIYÊ ONCU: ÊDÎ BES E
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu jî anî ziman ku wekî dayikan aştiyê dixwazin û wiha got: "Em dixwazin demek beriya demekê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawî bibe. Em naxwazin mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Tecridkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe, wê rêya aştiyê veke."
Daxuyani bi drûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û tilîliyan bi dawî bû. Dayikan bi gotina “Zarokên me birçî ne, hûn dizanin birçîbûn çiye" bertekên xwe yên li dijî hikûmetê anîn ziman.