DERSÎM – Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersîmê zext û qedexeyên li ser xebatên wan ên hilbijartinê bi civîna çapemeniyê şermezar kir.
Yekitiya Hêza Şoreşger a Dersîmê, bi armanca zext û tundiya li ser xebatên hilbijartinê şermezar bike li Buroya Hilbijartinê ya Navenda Dersîmê civîna çapemeniye pêk anî. Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, Namzetên Yekitiya Hêzên Şoreşger yên Dersîmê Nurşat Yeşil, Hidir Demir, Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Levent Tuzel, Endamê MYK'ê yê ESP'ê Sitki Gungor û gelek kesên din amade bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çiçek, diyar kir ku li Dersîmê bi ser buroyan de digirin û wiha got: "Pankart û afînên Partizan tên komkirin. Hevalên me rastî provokasyon û êrişan tên. Gelê me dê li dijî van êrişan bersîva hiquqî bide. Ji bo kesên êrîş dikin û zextan dikin ji bo em bersîva hiqûqî bidin tekoşîna me dê bidome. Bi van zext û astengiyan Yekitiya Hêza Şoreşger natirse û gavan paşve navêje.
Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Levent Tuzel jî anî ziman ku di bin zext û tundiyê de dikevin hilbijartina 31'ê Adarê û wiha got: "Bi pekanînên ne wekhev û li dijî hiqûqê mudaxaleyî pêvajoya hilbijartinê dikin. Yekitiya Hêzan û partiya me bi zextan rû bi rûye. Gel dê li vîna xwe xwedi derkevin. Lê zext dê nikaribe me têk bibe."
Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul jî zextên li ser wan şermezar kir u wiha got: "Partizan di heman demê de kevneşopiyek siyasî ye. Kevneşopiya Îbrahim Kaypakkaya ye. Mudaxaleya li dijî Partizan di heman demê de mudaxaleyea li dijî Îboyan û kevneşopiya Dersimê ye."