HATAY - Alî Îsmail Korkmaz, ku di bûyeren Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dabû, li Hatayê di rojbûna wî dehat bibîr anîn.
Xwendekarê Zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskişehirê di bûyerên Gezî de bi lêdanê hat kuştin, bi minasebeta rojbûnawî li Hatayê hat bibîr anin. D pêşengiya Vakfa Alî Îsmail Korkmaz (ALİKEV) ku li ser navê Korkmaz hatiye avakirin bîranîn hat li darxistin. Ji bo bîranîna Korkmaz li Hatayê bernaeya “Reva Aştiyê" pêk anîn.
Ji Navenda Çand û Hunerê ya Meclîsa Antakya malbata wî, hezkirinên wî û gelek kesên din tev li bernameya pîrozbahiya rojbûnê bûn. Di bernameyê de Korkmaz hat bibîr anîn. Dayika Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz, ji ber yên Korkmaz bibîr anîn ew bi tenê nehiştin kêfxweşi û spasiyên xwe anîn ziman. Koma Muzîkê ya ALİKEV û Husnu Arkan derketin ser dikê. Reva Aştiyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê û ALİKEV ve hat organîzekirin, Şaredariya Defne û Odeya Bazirgani û Pîşesaziyê ya Antakya jî piştgirî da. Reva Aştiyê îsal di sala 2'emin de hat lidarxistin. Dayika Korkmaz Emel û bav Şahap Korkmaz jî tev li revê bûn. Beriya Reva Aştiyê li Parka Ataturk a Antakya bîranîn pêk anîn. Rev, li Kolanên Gunduz, Kurtuluş, Kanatlı, Îzzet Guçlu, Înonu û Hurriyetê reva 4 û 10 kilometreyan pêk hat. Di revê de yên derketin pêş xelat girtin.