Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin

img
AGIRΠ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Bazîdê derket pêşberî deh hezaran û polîtikayên AKP'ê û Qeyûmê şermezar kirin. Buldan, anî ziman ku Erdogan cudakarî û berbendiyê pêş dixe û dixwaze bi birçîbûnê gel mohtacî xwe bike û wiha got: "Gele Bazîdê tu carî mohtacî we nabe û serî li ber we natewîne. Em dê di 31'ê Adarê de destanê binivîsin." 
 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê ji Qersê derbasî Navçeya Bazîdê ya Agirî bû. Buldan, bi konvoyek mezin û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Buldan, piştî bi girseyî hat pêşwazîkirin li gel heyeta pêre derbasî qada mîtingê bû. Buldan bi dirûşmeya "Gel bi we rûmetadar e" hat pêşwazîkirin. Buldan, li vir xitabî gel kir û xwest hikûmet bi lezgîn bersîvê bide daxwazên hezan girtiyên di grevê de. 
 
Buldan, ewil bal kişand ser polîtîkaya qeyûm û wiha got: "Qeyûm li her derê vîna gel xezp kiriye. Li vir jî vîna we xezp kirin. Şaredarên bi vîna we hatin hilbijartin ji kar girtin. Vîna we teslîmî qeyûm kirin. Wan qeyûman li her derê heman tişt kir. Li her derê çand, nirx û rûmeta gel jê birin. Peyker, bust û nirxên gel tune kirin. Bustê Ehmedê Xanî xera kirin hilweşandin. Qeyûmê hat vir. bustê Ehmedê Xanî hilweşand. Qeyûm hat vir Mala Piştevaniya Tenduristiyê ya Ayşenûr Zarakoglu  ya ku jinan bi hezar kedî vekiribûn girtin. Bi destûra xwedê em dê wan bişînin Enqereyê."  
 
'EM DÊ BI HEVRE DAWÎ LI VÊ HIŞMENDIYÊ BÎNIN' 
 
Buldan, bal kişand ser nêzîkatiya Erdogan a beriya pêvajoyê û piştî pêvajoya çareseriyê û wiha lê zêde kir: "Em li vir soz didin we, em dê di 31'ê Adarê de wê hişmendiyê bi hevre bişînin Enqere. Tayib Beg di pêvajoya çareseriyê de zêde pesnê Ehmedê Xanî da. Lê piştî pêvajo xera kir, cihê Ehmedê Xanî ji dilê xwe derxistin. Lê di dilê me de cihê Ahemdî Xanî her dem heye. Tu car ji dilê me dernakeve. Îro roja hesabpirsînê ye.  Li vir tenê deriyekî sînor heye. Deriyê sînor ku berê deriyê debara gelê Bazîdê bû. Niha tenê bûye deriyê xizmeta AKP'ê. Tenê xizmeta AKP'ê û hevkarên wan dike. Bila Tayip beg bê li vir miroven betal bibîne. Lê tenê tiştekî dikin, di sînevîzyonan de me nîşan dide. Me weki terorist nîşan dide. Lê bila bê vir û dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" bibinin. Lê tu hêza wan a bê vir tune ye. Erdogan di sînevîzyonan de kuştina 49 mislimanan nîşan dide û dengan kom dike. Guneh e ey be. Erdogan dibêje em yên hatine xuliqandin ji ber yê afirandiye em hez dikin. Lê em hemû ji aliyê yek kesî ve hatine quliqandin. Wê demê çima cudakariyê dixe navberê. Çima berbendiyê dixe nav. Em qet destûr nadin berbendî û cudakariyê. Em dê bi rêya aştî û biratiyê dawî li vê ferasetê bînin."   
 
'GELÊ BAZÎDÊ TU CARÎ MOHTACÎ AKP'Ê NABE'
 
Buldan, anî ziman ku îro ji ber krîza aborî gelek pirsgirêk hene û wiha berdewam kir: "Bi taybetî di milê sewalkariye de pirsgirêk zêde ne. Mirovên me nikarin êm ij sewalên xwe bigirin. Mirovên me mahkûmî birçîbûnê kirin. Lê em baş dizanin ku gelê Bazîdê tu car ne mohtacî AKP'ê û ne birçiyê AKP'ê ye.  Her roj îdîda dikin ku azadî û demokrasî anîne vî welatî. Lê her roj siyasetmedar, aştîxwaz, akademîsyenan digirin. Bi qeyûman vîna gel xezp dikin. Parlamenter û şaredaran digirin. Ger ku îro Yekîtiya Ewropa ketina Tirkiye red dike, wê demê we li cihekî şaşî kiriye. Ger ku hûn mirovan ceza nekin, hevserokan û hevşaredaran negirin û ji peywirê negirin. Ger ku hûn Selehatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag negirin wê demê rê li pêş we nayê girtin. Ger ku hûn dixwazin li pêşeroja jin û ciwanan rê vekin û dixwazin tekevin Yekîtiya Ewropa wê demê divê hûn gavên demokratîk bavêjin."  
 
'TECRÎD LI TIRKIYE BELAV BÛYE' 
 
Buldan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê û wiha bi dawî kir: "Îro 130 rojin rêzdar Leyla Guven di grevê de ye. Ne tenê Leyla Guven, li hemû girtîgehan û welatên ewropa bi hezaran mirov ketine greva birçîbûnê. Jiyana mirovan hatiye asta krtîtîk. Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin divê hûn daxwaza van mirovan pêk bînin. Daxwaza van mirovan demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Demek berî demekê parêzer û malbat bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Ev daxwaz demokratîk, meşrû û zagonî ye. Nedîtina van daxwazan nedîtina hiqûq û edaletê ye.  Tecrîd îro li ser hemû Tirkiye belav bûye. Îro li Tirkiye her kes di bin tecrîdê de ye. Çareseriya vê yekê bi rakirina tecrîdkirina Ocalan pêkan e.  Em li vir carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Em dibêjin zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Ger ku hûn van zagon û hiqûqa xwe pêk nînin hûn bi xwe re dikevin nava nakokiyan.  Ji bo daxwazên me pêk bên û têkevin meriyetê em dê bi hevre di 31'ê Adarê de bersîve bidin. Em dê di 31'ê Adarê de înkar û îmhaya li ser çand, nasname û nirxên xwe bibîr bînin û em dê dawî li vê yekê bînin. Êdî dê li vir hevşaredara jin wê hebe. Dê li derd û pirsgirêkên we guhdar bike. Wê li dijî pirsgiran têbikoşe.  Em dê bi hevre Bazîde, Agirî, Panosê bi dest bixin. Bazîd ya me ye Aştî ya me ye." 
 
Piştî axaftina buldan, mîtîngê bi stranan berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

18/03/2019
13:10 Malbata Zulkuf Gezen, serdozgeriyê derewand
13:05 Partiyên tifaqa Kurd ên Wanê bang li tevlêbûna Newrozê kir: Teqez emê bi ser bikevin
11:15 Girtiyên li Girtîgeha rojê 2 caran tên derbkirin
11:03 Mehmet Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsiyar e
11:02 Esnaf, li ser îfadeya şahidê nepen a 'parêzer e' 2 sal û 2 meh girti ye
10:50 Temellî û parlementer dê gora Gezen ziyaret bikin
10:50 Ji bo Gezen sersaxî tên qebûlkirin
10:41 Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'
10:14 Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin
10:13 Kesek li Riha hat binçavkirin
09:54 Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe
09:43 Jinên Sîlopî yên 3 sal şûn de dê Newrozê pîroz bikin: Em bibin dengê Leyla
09:28 Çalakger Ektîren: Daxuyaniyên li ber girtîgehan hêzê dide girtiyan
09:28 'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’
09:28 Dayika çalakgerê grevê yê bi gurçikekê: Em vê zilmê qebûl nakin
09:26 Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin
09:25 Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin
09:21 Namzetên HDP’ê yên Kagithanê: Werin em bi hev re bi rêve bibin
09:19 ‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’
09:18 Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin
09:17 Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
09:16 Li girtîgehên Antalya û Alanya 60 girtî di greva birçîbûnê dene
09:16 'Dersîm di 31'ê Adarê de dê guhê Enqere ker bike'
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 131'emîn de ye
07:49 Polîsan bi zorê û beyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen defin kirin
17/03/2019
23:16 Cenazeyê Zulkuf Gezen sibe dê ber bi Amedê ve bê oxirkirin
21:20 Ahmet Gezen: Biraziyê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî
19:53 Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî
17:28 Gelê Wanê Newroz pîroz kir
17:16 Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin
16:35 Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin
16:27 Qoseriyan bang li demokrat, rewşenbir û îktîdarê kirin: Mafê jiyanê pîroz e
15:52 Dadgehê Yusuf Ateş ê li HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê girtin
15:24 Yekîtiya Hêza Şoreşger zext û qedexe şermezar kir
15:09 Rojbuna Îsmail Korkmaz pîroz kirin
14:54 Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin
14:32 Nobeta greva birçîbûnê di roja duyem de didome: Banga dayikan bibihîzin
14:02 Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê
13:37 Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin
13:14 Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî di grevê de ne
13:04 Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir
12:02 Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir
11:30 KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef
10:31 Polîsan li Îdirê bi ser malên rêveberên DBP û HDP'ê de girt
09:34 'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin'
09:20 Namzetên HDP'ê yên Qilebanê: Wê gel rê li ber me bixe
09:19 Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye
09:17 Çavê 3 girtiyên li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ne xera bûn
09:15 Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin
09:14 Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê
09:12 Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin
09:11 Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê
09:10 'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me'
09:08 HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin
09:06 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Kezaeba min dişewite
09:04 Firmaya 246 hezar TL 'bertîl' da, ji bo hevdîtinê ne 'musaîd e'
09:01 Namzetên Qubînê: Emê berê xizmeta binesaziyê bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2019'AN
08:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 130'yemîn de ye
16/03/2019
17:43 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiya Helepce şermezar kir
17:19 QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên Dêra Zorê aşkere kir
17:00 Li bajarên Herêma Kurdistanê şehîdên Helebce hatin bibîranîn
16:47 Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
16:47 Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
16:36 Gelê Helebce, şehîdên Helebce bibîr anîn
16:10 Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan û esnaf ziyaret kirin
15:57 Destûra Newroza Amedê hat dayîn
15:46 Girtî li ber mirinê ye û daxwaza tedawiyê wî red dikin
15:38 Xizmên windayan kesên di Komkujiya Helepçê de hatin kuştin bibîr anîn
15:27 ‘Girtiyê nexweş Kiliç serbest berdin'
15:03 Li Colemêrgê li dijî baregeha eskerî êrîş
14:49 ÎHD’a Îzmîrê: Divê girtiyê nexweş Tekîn demildest bê berdan
14:31 Komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
14:12 Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
13:59 Çar girtin, 150 hatin
13:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn
13:44 Girtiyên nexweş berdin
13:41 Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine
13:07 8 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:54 Li Girtîgeha Tarsûsê maske nadin girtiyên di grevê de
12:16 KCD'ê ji bo Helepçê daxuyanî da
12:04 Newroza Stenbolê dê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
11:47 Demîrtaş ji Êlihiyan re peyam şand
11:44 Yekîtiya Jinên Kurd: Helebçe qet ji bîr nabe
11:28 Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:28 Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike
11:27 Dadgehê 'Çerxa bertilê' ya qeyûm bincil kir
11:19 Demîrkaya hat girtin
11:13 Girtiyê nexweş Menderes Leyla jî di greva birçîbûnê deye
10:04 Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
10:02 Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike
09:53 Li Wêranşarê yek rojev heye: Wê HDP ji sedî çend ferq biavêje
09:52 Fikarên malbatên girtiyan zêde bûne
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn