ŞERNEX – Namzetên HDP'ê yên Qilebanê Selahattîn urun û Ferîde Yaman, diyar kirin ku tevî hemû nelirêtiyên di warê dengan de jî ew ê bi ser bikevin û gotin: "Wê gel rê li ber me bixe."
Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re pir hindik ma. Her ku roja derbas dibin û 31'ê Adarê nêz dibin xebatên ji bo hilbijartinan jî bil lez û bez tên kirin. Li navçeya Qileban a Şirnexê jî namzetên HDP'ê Selahattîn Urun û Ferîde Yaman bênavber dixebitin.
Di hilbijartina 20142an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), li Qilebanê ji sedî 70 deng girtibûn û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê di 27'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin.
‘WÊ GEL RÊ LI BER ME BIXE'
Namzet SelahattîN urun (39), ji bo polîtîkaya qeyûman got, "talan, rûxandin û tunekirin e." Urun, diyar kir ku qeyûm li navçeyê tu tişt nekiriye û şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye û got: "Êdî şaredarî ji dest gel hatiye derxistin û veguheriye şaredariya kesan. Projeya me ya herî mezin ew e ku em şaredariyê ji qeyûm bistînin û bidin gel." Urun, destnîşan kir ku wê gel rê li ber wan bixe.
Her wiha Urun, bal kişand ser nelirêtiyên di warê dengan de jî û got: "AKP, niha dizane wê bi polîtîkaya qeyûman nikaribe şaredariyê bi dest bixe. Loma nêzî 700 leşker û polîs li ser navçeyê qeyd kirin. Sindoqên wan jî chê kirine. Gel ji vê rewşê nerazî ye. Li dijî vê derdikeve. Lê belê wê bi van pêkanînan nikaribin vîna gel biguherînin."
Urun, ji bo hilbijêrên li derveyî navçeyê jî got: "Em dixwazin roja hilbijartinê li ser sindoqan bin û xwedî li vîna xwe derkevin. Di vî warî de wê partiya me HDP alîkariya wan bike. Bila her kes li dengê xwe xwedî derkeve."
‘WÊ JIN BERSIVA QEYÛM BIDIN'
Namzet Yaman jî diyar kir ku qeyûm deriyê mala gel girtiye û di dema xebatên hilbijartinê de ew hêrsa gel a li dijî qeyûm dibînin. Yaman, bilêv kir ku gel ji bo qeyûman dibêje "zilim" û got: "Li Qilebanê, piştî qeyûm hat tayînkirin, êrîşî destkeftiyên jinan jî hat kirin. Lê belê dîsa jî jin dev ji vîna xwe, çand û kurdb»na xwe bernedan. Wê jin di 31'ê Adarê e bersiva qeyûm bide."
Yaman, diyar kir ku eger ew bi ser bikevin wê di rêveberiya wan de jin esas bên girtin û ew ê ji bo jinan meclîs û kooperatîfan ava bikin. Yaman got: "Divê gelê me li dijî van pêkanînan guh bide wijdanê xwe û li gor wê dengê xwe bi kar bîne. Her roj li qadan em tune dihesîbin. Divê her kes van zext û zoriyan bibîne û bersiveke baş bide wan."
MA / Berivan Altan