AMED - Necla Ozer, dayika Hasan Umut Ozer ku li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku li girtîgehê Seyfettîn Kûrt, Mûrat Kozat û Alî Haydar Elyakûtê ku ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne, çavên wan xera bûye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130'yî de ye. Her wiha bi heman daxwazê li li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Hasan Ûmût Ozer e ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.
'EM NIKARIN TELEVÎZYONÊ VEBIKIN'
Dayika wî Necla Ozer (50), diyar kir ku divê daxwaza girtiyan pêk bê û got, tecrîd zil me. Dayik Ozer got: "Tu daxwazek me tune ye. Tenê em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe." Dayik Ozer, bilêv kir ku ew naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin û got: "Êdî bes e, divê êdî dayik negirîn. Ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e. Ji ber em ditirsin wê xeberek nexweş bê, em televîzyonan venakin."
Dayik Ozer got: "Heta dilopek xwîna me jî hebe, em ê li pêyî têkoşîna xwe bin. Dilê me dayikan dişewite, ne yên wan. Çi bibe tê serê gelê kurd. Zarokên me jî vê zilmê qebûl nakin. Em jî vê zilmê qebûl nakin."
Dayik Ozer, destnîşan kir ku divê di serî de dayik û bi giştî her kes rabe ser piya û got: "Perçeyek ji cegera me girtine. Bila dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin. Divê hemû kesên bişeref rabin ser piya. Em mil bidin milê hevdu. Dema em bibin yek, em ê rizgar bibin."
'NABÎNIN'
Dayik Ozer, diyar kir ku hevteya borî ew çûye girtîgehê û kurê xwe dîttiye. Ozer, bilêv kir ku kurê wê ji 5'ê Çileyê ve ketiye greva birçîbûnê bûye û di dema hevdîtinê Seyfettîn Kûrt, Mûrat Kozat û Alî Haydar Elyakûtê di greva birçîbûnê de jî dîtiye. Dayik Ozer, anî ziman ku rewşa Kûrt, Kozat û Elyakût xedar e. Dayik Ozer da zanîn ku çavê her sê x-girtiyan xera bûye, dilê wan dixele û serê wan diêşe û niha her sê tu tiştî nabînin tenê ji dengan kesan nas dikin.
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy