AMED - Parlementera HDP'ê Pero Dundar ku di sala 2012'an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, diyar kir ku 2012 û niha dişibin hevdu û got: "Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire. Grevên birçîbûnê firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê bangawaziyê."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130'yî de ye. Her wiha bi heman daxwazê li li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.
Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku di "operasyona KCK'ê" de hatibû girtin û di sala 2012'an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê.
Dundar ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012'an got: "Wê çaxê em hay jê hebûn ku wê pêvajo ber bi başbûnê ve neçe. Wê şidet zêde bibe. Li dadgehan mafê me yê parastina bi kurdî dihat astengkirin. Me heta sala 2012'an li dadgehan parêzî nekir. Ji ber nêzîkatiyeke binpêkirina rûmetê hemû, me nekir. Di sala 2012'an de me xwest em li girtîgehan rola xwe bilîzin. Me bawer dikir ku em ê rê li ber pêvajoyeke wisa vebikin. Pêdivî bi gaveke wiha hebû û li girtîgehan ev gav hat avêtin."
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 2012'AN
Dundar, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an encam girt û got: "Di sala 2012'an de wekî çalakiya Xeyrî û Kemalan bi daxwazeke siyasî hat destpêkirin. Pêvajoyeke wisa dest pê kir. Ew serdem jî dişibiya vê serdemê. Tenê daxwazek hebû; divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibin. Hevdîtin dest pê kirin. Birêz Ocalan di pêvajoya muzakereyê de rol girt û bihara gelan dest pê kir. Hat ardeyeke pir baş û Birêz Ocalan bi ser ket. Bi israr xwest bidomîne. 3 salan dewam kir. Ew pêvajo rê li ber Tirkiyeyê vekir."
‘PEVÇÛNA KURD-TIRKAN HAT KÛRKIRIN'
Dundar, anî ziman ku piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê hat tunekirin di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîdeke din li ser Ocalan dest pê kir û got: "Tirkiye ber bi felaketê ve birin. AKP, dît ku ger şer biqede wê nikaribe îktîdara xwe bidomîne, loma tecrîd kûrtir kir. Tirkiyeyê ber bi aloziyê ve bir. Pevçûna kurd-tirkan kûrtir kir."
‘DIŞIBE PÊVAJOYA 2012'AN'
Dundar, diyar kir ku piştî rêyên siyasî hatin xitimandin girtîgeh careke din ketine dewrê û got: "Niha dîsa pêvajo vegeriya 2012'an. Niha heman serdem rû dide. Dibe ku konjukturên siyasî û rêbaz guherîbin, lê belê pêvajo heman pêvajo ye. Girtîgeh hêz û vîneke xurt e. Ev çalakî çalakiyeke sivîl û demokratîk e û dikare bibe sedema encamên girîng. Li girtîgehan girtî bi bedena xwe dixwazin pergalê biguherînin. Loma dişibe pêvajoya 2012'an."
‘ERDOGAN ROLA ŞER, OCALAN ROLA ÇARESERIYÊ YE'
Dundar, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê wê çareseriyê bînin û got: "Wê bi çalakiyên greva birçîbûnê rê li ber gelek tiştan vebe. Ne bi hêviya ku wê îktîdar gavekê bavêje, ji bo ev neçareserî raweste mecbûr e qanûnan pêk bîne. Her kes bi rola Birêz Ocalan dizane. Her kes dizane pêdiviya Tirkiyeyê bi çareseriyekê heye. Erdogan rola şer e û şer kûrtir dike. Birêz Ocalan jî rola çareseriyê ye. Her kes hay ji hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê heye. Bedêl çi dibe bila bibe teqez wê ev çalakî bi ser bikeve. Wê Leyla Guven û girtî bi ser bikevin. Muxatabê vê yekê Birêz Ocalan e."
‘BIRÊZ OCALAN DIKARE RÊ LI BER KOMKUJIYAN BIGIRE'
Dundar bang li gelê kurd kir û got: "Em dizanin Tirkiyeyê ber bi şer ve hêl dikin. Em qirkirina kurdan dibînin. Ji bo di pêş de komkujî pêk neyên, divê her kes guh bide vê daxwazê. Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire. Grevên birçîbûnê firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê bangawaziyê. Divê her kes zorê bide bloka AKP-MHP'ê û mudaxileyî vê pêvajoyê bike."
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy