* Hayriye Demîr ku du zarokên wê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û got: "Kezeba min dişewite. Êdî bes e."
* Hevserokên HDP'a Antalyayê Muhsîn Taşar û Remeziye Zengîn diyar kirin ku ew amadekariyên Newrozê dikin û got: "Li hemberî AKP-MHP'a paşverû em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin namzetên pêşverû."
* Nesîbe Başaran, bilêv kir ku polîsan di 13'ê Adarê de avêtiye ser mala wan û kurê wê binçav kirine û di dema seravêtinê de kesên li malê hemû serdevkî dirêjî erdê kirine û çek spartine serê wan.
* Sonmez diyar kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û got: "Lê belê wê di Nîsana 2019'an de fatûreyeke giran derkeve holê."
* Li Cizîrê, ji niha ve jin ji bo Newrozê amadekariyên xwe yên kincên gelêrî dikin. Terzî Kûrdê Aşkin, diyar kir ku herî zêde kincên spî yên rengîn tên tercîhkirin.
* Parlementera HDP'ê Pero Dundar ku di sala 2012'an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, diyar kir ku 2012 û niha dişibin hevdu û got: "Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire. Grevên birçîbûnê firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê bangawaziyê."
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qubînê, diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin hemû xizmetên binesaziyê hat rawestandin. Namzetan anîn ziman ku berî her tiştî dê dest bi xizmeta binesaziyê bikin.
* Fîrmaya ku di bin navê "Komîsyona Fatûrayê de" 246 hezar TL bertîl da Şêwirmendê Walî û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman Bulend Erdolu pereyê daye inkar nekir. Lê ji bo hevdîtine jî diyar kir ku ne musaîd e.
* Namzetên tifaqa kurd ên Çinarê Neclsa Tamrîş û Bedrî Kaya, diyar kirin ku ew ê tevî gel pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û gotin: "Em ê tevî gel biryaran bigirin."
* Necla Ozer, dayika Hasan Umut Ozer ku li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku li girtîgehê Seyfettîn Kûrt, Mûrat Kozat û Alî Haydar Elyakûtê ku ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne, çavên wan xera bûye.
* Fehîme Zorarslan ku du zarokên wan di greva birçîbûnê de ne got: "Ez dayik im. Wexta zarokên min xwarinê nexwein, ma ez ê çawa bixwim?"
* Namzetên HDP'ê yên Qilebanê Selahattîn urun û Ferîde Yaman, diyar kirin ku tevî hemû nelirêtiyên di warê dengan de jî ew ê bi ser bikevin û gotin: "Wê gel rê li ber me bixe."
* Aydin Ogûz ku li Girtîgeha Gîresûnê 45 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Em ê wekî berxwedana hevalên xwe Mehmet Tûnç û Leyla Guven barê vê berxwedanê hilgirin ser milê xwe."
* Ji bo Newroza Amedê ku di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê pêk bînin, dê li Cemîyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Agiriye dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li navçeya Bazîdê mîtîngê pêk bîne. (11.00)
* Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezai Temelli, dê diçarçoveya xebatên hilbijartinê de li Arnavutkoy, Esenler û Esenyurtê tev li mîtingên hilbijartinê bibe. (12.00 -17.00)