NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya 24 saetên dawîn a şerê tunekirina DAIŞ'ê ya bi daxuyaniyekê eşkere kir. QSD'ê diyar kir ku dinava 24 saetên dawî de 4 jê serçete 32 DAIŞ'î hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yê qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ya li dijî DAIŞ`ê, eşkere kir. QSD'ê diyar kir ku li Dêra Zorê dinava 24 saetên dawî de 4 jê serçete, 32 DAIŞ'î hatin kuştin.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
"Şervanên me êrîşî kombûn û baregehên DAIŞ`ê yên li Baxozê kirin. Di navbera şervan û DAIŞ'iyan de şer derket. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan, di nav de 4 serçete, hatin kuştin û hejmarek çeteyan jî birîndar bûn. Şervanên me, şervanekî me yê ku beriya 2 rojan winda bûbû, dît. Şervanê me bi sivikî birîndar bû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Şervanên me gelek çek û cebilxane jî girtin.
Şervanên me di çalakiya sûîqastê de 2 DAIŞ'î kuştin û balafirên koalîsyonê baregehên DAIŞ'ê bombebaran kirin.
Di encama şer de şervanekî me bi sivikî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Danayên bilançoyê wihane:
* 4 jê serçete 32 DAIŞ'î hatin kuştin.
*45 Kalaşnîkof, 2 BKC, 13 RBC, 3 çekên Birno, çekek Zagros, 2 çekên Ozî, çekeke siuîqastê, guleyên çeka Doçka yên 14,5 mm (8 sendoq), 4 çekên B7, çeke-ên nêçîrvaniyê hatin desteser kirin.
* Erebeyek leşkerî hat teqandin.
* Balafirên Koalîsyona Navdewletî 12 derbên hewayî pêk anîn.
* Şervanekî me jî birîndar bû."