STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol, bi armanca girtiyên nexweş serbest berdin, di hefteya 364'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Endamên komîsyonê xwestin girtiyê nexweşiya kronîk a kezebê Memduh Kiliç bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 364'an de çalakiya Qada Galatasarayê ya "Rûniştina F" li pêş ÎHD'ê ya Stenbolê berdewam kirin. Komîsyonê xwest li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bike. Lê ji ber ku polîsan qad dorpêç kiribû, li pêş avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş berdin" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Çalakgeran di vê hefteyê de xwestin girtiyê nexweşiya kronîk ê kezebê Memduh Kiliç serbest bê berdan.
‘GIRTIYÊ 18 SALÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Endame Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettin, diyar kir ku li girtigehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Di serê vê hefteyê de girtiyekî din ê nexweş ji yana xwe ji dest da. Girtiyê nexweşiya epîlepsî yê 18 salî Ridvan Bariş li Girtîgeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da. Kriza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Dema Ridvan Bariş dema krîz derbas kir kulma xwe li diwaran da. Lê kesî eleqe nîşan neda û jiyana xwe ji dest da.
'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'
Acettîn, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha axivî: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em wekî parazvanên mafên mirovan em dixwazin daxazên girtian pêk bînin. Ji ber ku tecrîd îşkence ye. Sûcê îşkencê ye. Menduh Kiliç di kawîşa 27 kesan de girtî ye. 27 salin girtî ye. Nexweşê kronîk e. Hem rîska vê nexweşiyê li hevalê xwe belav bike heye û hem jî di nava komê de rîska enfeksiyonê bigire heye. Ji ber vê yekê divê di nava şert û merc^ne hîyjen de bê girtin."
Kiliç, nameya dawî ya Acettîn jî parve kir û wiha got: "Min ji bo tedawîyê sewqa xwe xwest ku biçin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê. 2 salin li vir im. Nexweşiya min her ku diçe belav dibe. Divê demek berî demekê derman bibin. Bijîşkan rapora ku rewş xerab dibe daye. Ger ku daxwazên wî pêk neyen dê wekî Ridvan Barış rewşek neyînî pêş bikeve. Em bang li rayedaran dikin ku ji o bêtir girtiyên din ên nexweş jiyana xwe ji dest nedin girtiyên nexweş serbest berdin."
Daxuyanî bi dirûşmeya “Rûmetea mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe." bi dawî bû.