NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan Komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin dê hesabê komkujiyên li dijî gelê kurd bipirsin û ew ê li dijî zîhniyeta qetliyamger têkoşîna xwe berdewam bikin.
Qurbaniyên di Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan li gellek navçe û bajarên herêmê bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cuda şermezar kirin.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopî û Elkê bi dayîna daxuyaniyên çapemeniyê hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Şirnexê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Hevserokê DBP’a Şirnexê bi daxuyaniyê komkujî şermezar kir û qurbaniyan bi bîr anî.
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyên Cizîr, Silopî, Hezexê û Elkê bi civîn û daxuyaniyên çapemeniyê komkujî şermezar kirin. Rêveberên HDP’ê gotin ew ê komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin.
MELETÎ
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Meletiyê jî bi dayîna daxuyaniyek hevpar Komkujiyên Helepçe û Beyazitê şermezar kirin. Civîna li avahiya HDP'a Meletiyê pêk hat û Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk daxuyanî xwend û got ew ê komkujiyên li axa wan pêk hatine ronî bikin û li dijî zînhiyetên qetliyamger têkoşîna xwe berdewam bikin .
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî ji bo şermezarkirina Komkujiya Helepçe û Beyazitê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tural daxuyanî da wê tu komkujî nikaribin têkoşîna azadiya kurd û Kurdistanê asteng bikin û têkoşîna wan a azadiyê dewam dike. Tural got ew ê rûpelên dîrokî yên tarî ber bi ronahiyê ve bibin.
HATAY
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îskendurenê jî bi civînek çapemeniyê ya li avahiya xwe Komkujiya Helepçe û Beyazitê şermezar kirin. Hevserokê HDP'a Îskenderûnê Ahmet Çahan got dê bi komkujî û şidetê tu kes nikaribe têkoşîna wan demokrasî û edaletê bide sekinandin.
MÊRSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê jî bi rasthatina Komkujiya Helepçe û Beyazitê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û komkujî şermezar kir. Hevserokê HDP'a Akdenîzê Abdulselam Kutlu û Hevserokê Rêxistina HDP'a Mêrsînê Mustafa Işik komkujiyê şermezar kirin.
ERZIROM, WAN Û COLEMÊRG
Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navçeya Xinûsê ya Erziromê, li navçeya Erdîş û Şaxê yên Wanê û li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî komkujiya Helepçeyê şermezar kirin. Li Erdîşê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik bernameyek bîranîna Helepçeyê hat lidarxistin û komkujî hat şermezarkirin.
ENQERE
Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê jî li avahiya partiya xwe têkildarî Komkujiya Helepçeyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Metna daxuyaniyê Hevserokê HDP'a Enqereyê Huseyîn Gevher xwend. Gevher da zanîn ku navê Sadamê fermana komkujiyê da wek qetliyamger tê zanîn û ew ê hesabê komkujiyan bipirsin.