EDENE – Komîsyona Girtiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê û xizmên girtiyên nexweş, têkildarî girtiyên nexweş li Parka Înonu daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest berdin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê û xizmên girtiyên nexweş, têkildarî girtiyên nexweş li Parka Înonu daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, rêveberên HDP, DBP, ÎHD, TUHAY-DER xizmên girtiyan amade bûn. Komîsyonê û malbatê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Ratibe Batmaz ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalya girti ye. Komê pankarta “Bila girtiya nexweş Ratibe Batmaz bê berdan" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin.
Endamê komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê Nejat Okay, daxuyanî xwend û anî ziman ku Batmaz nexweşa Hepatît B ye û ji gurçikên xwe jî nexweş in û xwest Batmaz serbest bê berdan. Komê piştî daxuyanî dan 5 deqîqeyan rûniştin û dawî li çalakiyê anîn.