AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û got: “Me ji Dersimê heta Efrînê komkujiyên li ser gelê kurd ji bîr nekiriye. Êdî em kuştina yek kurdekî jî qebûl nakin. Rizgariya kurdan bi rêya tifaqa kurdan mimkin e.”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi rasthatina salvegera 31’emîn a Komkujiya Helebçeyê daxuyaniya nivîskî weşand û komkujiyê şermezar kir û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî.
Daxuyaniya Platformê wiha ye:
“Adar meha azadiya jin û gelê kurd e. Ji ber vê sedemê ye ku komkujiyên ku tu car ji bîr nabin jî di meha adarê de ne. 16’ê Adara 1988’an de hêzên rejîma dakirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li gele sivîl ê Helepçeyê kir. Di encamê de herî kêm pênc hezar zarok, jin, mêr, kal û pîr hatin qetilkirin. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî komkujiyên li ser kurdan û Helepçe qet ji bîr nabe.
JI DERSIMÊ HEYA EFRÎNÊ ME JÎR NEKIRIYE
Me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal, Kurdên Feylî, Yersan, Nisêbîn, Efrîn, Êzidî, Şengal, Qamişlo, Cîzîr, Roboskî û her wekî din jî tu car ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.
EM KUŞTINA YEK KURDEKÎ JÎ QEBÛL NAKIN
Ji xeynî dagirkeran kêfa kesekî/ê bi kuştina kurdan nayê. Êdî em wekî netew qetilkirina yek kurdî/ê jî qebûl nakin. Yek canê ku em bidin dagirkera tune ye. Dîsa parastina kurdan ji dagirkera tenê bi rêya tifaqa kurdan mimkin e.
Em wekî Yekitiya Jinên Kurd, bi taybet Helepçe û hemû komkujiyên ku li Kurdîstanê pêk hatine şermezar dikin.”