STENBOL -Girtiyê nexweş Menderes Leyla yê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi rêya hevdîtina wasiyê xwe ragihand ku ev 20 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Girtiyê nexweş Menderes Leyla yê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi rêya hevdîtina wasiyê xwe ragihand ku ji 25’ê Sibatê ve bi daxwaza rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.
Leyla bi rêya wasiyê xwe ragihand ku li ser navê Çep a Şoreşger (DEV-SOL) ketiye grevê û têkildarî tecrîdê nameyek ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsandiye lê name ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteser kirin.
Girtiyê nexweş Menderes Leyla di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digre.