EDENE - Girtî Engîn Okûdûcû yê nexweş bû û rakirin nexweşxanê, zext lê tê kirin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 71 rojin didome, bi dawî bike. Okûdûcû, diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe, ev çalakî dê berdewam bike.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma, Engîn Okûdûcû yê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 71 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, nexweş ket û rakirin nexweşxanê. Okûdûcû, bi rêya malbatê darbarê rewşa xwe agahî da û diyar kir ku dema wî birin nexweşxanê zext lê hat kirin ku çalakiya xwe bi daw bike û got: “Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome.”
‘TEQEZ EMÊ QEZENC BIKIN’
Okûdûcû, yê di 15’ê Adarê de bi telefonê li apê xwe Sabahatîn Okûdûcû geriya, da zanîn ku morale wî pir bilinde û wiha got: “Heta ku daxwazên me pêk werin, emê berxwedana xwe bidomînin. Ji ber pirsgirêkên tenduritiyê, ez di 13’ê Adarê de rakirim Nexweşxaney Dewletê ya Bandirma yê. Li nexweşxanê nêzî 6 saeta ez di odeya mehkûman de rawestandim. Ode pir sar, qirêj û gemarî bû. Di van 6 saetan de, ji bo ku dest ji çalakiya xwe berdim tim zext li min kirin. Lê min qebûl nekir. Min ji wan re got ‘berdêl çi dibe bila bibe, ev çalakî dê berdewam bike.’ Piştî 6 saetan ez dîsan paşve anim girtîgehê. Rewşa min başe. Tezeqez emê bi ser bikevin.”
EV DAXWAZ DAXWAZÊN QANÛNÎ NE
Apê Okûdûcû Sabahattîn Okûdûcû, piştî hevdîtina telefonê ya biraziyê xwe, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Balikesîrê da û alîkaya hiqûqî daxwaz kir. Ap Okûdûcû, diyar kir ku daxwazên girtiyan diparêzin û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: “Emê li derve dengê xwe bilind bikin. Daxwazên hemû girtiyên di greva birçîbûnê dene, zelalin. Divê Wezareta Dadê û Dewleta Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe bi cih bînin. Ev daxwaz daxwazek qanûniye. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên bi cih anîn, emê jî li derve têbikoşin.”
MA/Hamdullah Kesen