ANTALYA – Li Antalyayê jinan bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûne wiha gotin: Êm ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan. Em bang li dewletê dikin ku li gor hiqûqa xwe tev bigere."
Li Antalyayê jinan, bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 129 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Jinan, bilêv kir ku ew ê bibin dengê berxwedana Guven û girtiyan.
BILA JI GIRTİGEHAN DARBEST DERNEKEVIN
Hevseroka HDP'a Antalyayê Remziye Zengîn, destnîşan kir ku tenê daxwazeke Leyla Guven û girtiyan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Zengîn, bang li dewletê kir ku hiqûqa xwe pêk bîne û got: "Em li cem Leyla Guven in. Ji ber em li Antalyayê nebûne dengê wê em xemgîn in. Lê belê niha plansaziyên me hene û em ê bêtir xwedî li berxwedana wê derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Bila Leyla Guven bijî."
'SEDEM BÊDENGIYA LI DERVE YE'
Berdevka Meclîsa Jinên Soyalîst (SKM) a Antalyayê Songul Şarkli jî destnîşan kir ku daxwaza Leyla Guven û girtiyan daxwazeke rewa ye û tenê daxwazek wan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Şarkli, diyar kir ku AKP ji bo polîtîkayên xwe yên şer bidomîne li ber daxwaza Guven û girtiyan xwe li guhnedêriyê datîne. Şarkli, diyar kir ku divê li her derî her kes bibe dengê berxwedana girtiyan û Leyla Guven û got: "Eger derve dengê xwe bilibn bike wê rê li ber mirinan bigire. Eger tiştek bi Leyla Guven an jî girtiyan bê, wê ev ji ber bêdengiya li derve be."
‘EM Ê BIBIN DENGÊ WAN'
Hevseroka HDP'a Mûratpaşaya Antalyayê Aysel Ekîn jî, bang li AKP'ê kir ku daxwaza Leyla Guven û girtiyan bi cih bîne û ew bi tu awayî naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin û dayik bigirîn. Ekîn, destnîşan kir ku dewlet xwe li bêdengiyê datîne û got: "Divê dawî li tecrîdê bê." Hevseroka DBP'a Konyaalti ya Antalyayê Berîvan Aydin jî, bilêv kir ku dewlet qanûnên xwe dieciqîne û tecrîdê didomine. Aydin diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê bibin dengê berxweedana Leyla Guven û girtiyan."
MA / Hamdullah Kesen