WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, anî ziman ku serlêdana wan a ji bo kontrolkirina tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye redkirin. Bijîşk Huseyîn Yavîç jî got: "Der barê dayîna xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B1 û B2 de fikarên me hene."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 129'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome.
'SERLÊDANÊN ME HATIN REDKIRIN'
Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, diyar kir ku ji bo tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê yê li Girtîgeha Tîpa D a Wanê kontrol bikin wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê û rêveberiya girtîgehê daye, lê belê serlêdanên wan hatine redkirin. Deger got: "Niha em nizanin tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê bi çi awayî tê kontrolkirin. Li gorî agahiyên em bi rêya parêzeran digirin goştê diranên gelek girtiyan xwînî dibe, navêşî bûne, nikarin pir biaxivin û baş nayn xweyîkirin."
‘TECRÎD LI DIJÎ MAFÊN MIROVA YE'
Deger, bilêv kir ku ji bo hin daxwazên mirovî mirov bedena xwe didin ber biçîbûnê û got: "Helbet pêşaniya bijîşkan parastina jiyana mirova ye. Daxwaza Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazeke mirovî, rewa û wijdanî ye. Tecrîdkirina kesên girtî derî mafên mirova ye. Em baş dizanin daxwaza girtiyan daxwazeke rewa ye û di cî de ye."
‘FIKARÊN ME HENE'
Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî got: "Der barê çalakiya greva birçîbûnê em bi hemû saziyan re ketin têkiliyê. Aramanca me ew e ku tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê bi awayekî rêk û pêk bê kontrolkirin. Lê belê em niha nizanin tenduristiya çalakgeran bi çi awayî tê kontrolkirin. Der barê dayîna xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B1 û B2 de fikarên me hene."
Yavîç, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven asta krîtîk derbas kiriye û got: "Dibe ji nişka ve em bi encameke wehîm re rû bi rû bimînin. Wê ev ji bo vî welatî lekeyeke reş be. Ji bo tiştek wiha neqewime divê hemû rayedar û sazî bi berpirsiyarî tev bigerin."