WAN - Meclîsa Ciwanên HDP'ê li navçeya Rêya Armûşê bi beşdariya gelek ciwanan hevdîtin pêk anî. Parlamenter Ahmet Şik di hevdîtinê axivî û da zanîn ku AKP mafyayeke û ew ê heta dawiyê li dijî faşîzmê ji bo azadî û aştiyê têbikoşin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re HDP li gelek bajaran xebatên xwe didomîne. Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Wanê li navçeya Rêya Armûşê buroya hilbijartinê bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, û Namzeta HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê Şehzade Kurt, Hevserokên HDP’ê yên navçe û bi tevlîbûna bi dehan ciwanan hevdîtina ciwanan li dar xist. Di panelê de pankarta "Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin" hat daliqandin. Di bernamê de ciwanan dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana Leylayê" berz kir. Bername bi lîstîka Aware û xwendina helbestan hat destpêkirin.
‘EM Ê JI DAXWAZÊ RE BIBIN BERSIV'
Di destpêka bernamê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û diyar kir ku gelên Tirkiyeyê di pêvajoyekê zehmet re derbas dibe û wiha got: "Em ê 31’ê Adarê herîn ser sindoqan. Lê wekî her hilbijartinan ev hilbijartin jî ji me re wekî berdewamiya têkoşînê ye. Em vê hilbijartinê bi vî awayî dinirxînîn û dişopînîn. Di aliyekî de xebatên hilbijartinê didomin û li aliyekî din jî bi pêşengiya Leyla Guvenê berxwedana li dijî tecrîdê tê dayîn. Ji bo ku ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin niha bi sedan kes li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wan daxwaza mîlyonane û em ê bi hev re ji vê daxwazê re bibîn bersiv.”
'AKP MAFYAY YE'
Piştî Dede, Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî axivî. Şik jî bal kişand ser pêvajoyê heyî û wiha axivî: "Di destpêkê de em vê bêjin; AKP mafyayek e. Vê mafyaya xwe jî bi awayek giran pêk tîne. Em serdema faşîzma herî dijwar a komarê dijîn. Niha li Tirkiyeyê bi hemû gelan re bêhevîbûnek heye. Pêvajoya aloziyê her roj ber bi xerabûnê ve diçe. Ev herêm erdnîgariya komkujiyane. Ji ber vê yekê min pir xwest ez werim vê herêmê. Li dijî hemû komkujiyan berxwedana vê herêmê tu car bi dawî nebû û gel tu car li dijî zilmê dengê xwe qut nekir. Berdewamiya vê têkoşîn û berxwedanê kelecan dide min. Em ê di vê pêvajoyê de ji şer re yan ji aşitî ye re alîger bîn? Em ê 31’ê Adarê vê yekê erê bikîn. Em li vî welatî azadî, aşitî û wekhêviyê dixwazîn. Ji bo vê daxwazê em ê heta dawiyê tebikoşîn. Ji ber ku em dizanîn bi aşitiyê û berxwedanê aramî pêkan ne.”
Piştî axaftinan bername bi govend gerandinê qediya.