MÊRDÎN – Parlamenter, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê, Gurbet Ektîren a 59 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin.
Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû di 8’ê Adarê de hatibû berdan. Ektîren piştî hat tahliyekirin jî li mala xwe ya li Navçeya Dêrika Mêrdînê di roja 59’emîn de çalakiya xwe didomîne. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê çûn serdana Ektîren.
Dayikên Aştiyê û HDP’iyan piştevaniya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê ji bo Ektîren anîn ziman.
Ektîren daxwaza xwe dubare kir û got serdanên wiha moral û hêz didinê.