STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ji bo hevdîtinê bikin serî li heman serdozgeriyê dan.