ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, êrîşa nijadperest a li Zelandeya Nû hat jiyîn, bi tundî şermezar kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, darbarê êrîşa nijadperest a li Zelandeya Nû hat jiyîn û 49 hat kuştin de daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya hat dayîn wiha ye:
"Em êrîşa nijadperest a li dijî du mizgeftên li bajarê Christchurch ên piraniya xwe misilman bûn pêk hat, bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên qurbaniyan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazinî. Ev êrîş metirsiya herî berbiçav a faşîzm û nijadperestiyê nîşan dide. Ev êrîş encama polîtîkayên desthilatdaran ku di navbera civakan de cihêkariyê pêş dixin de pêk hatiye û ne tenê pirsgirêkeke civakî, di heman demê de jî siyasî ye jî.
Yekane çareseriya vê jî ew e ku ziman û polîtîkayeke hemû çand, bawerî û nasnameyan bi biratî li ba hev bijîn, bê pêşxistin. Ji bo vê jî divê têkoşîna demokrasiyê bê pêşxisitn ku dawî li vê hişmendiya nijadperest bê. Lewre em bang li her kesî dikin ku li dijî nijadperestiyê dengê xwe bilind bike, têkoşîna demokrasiyê pêş bixe.”