DERSIM – Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî yên Dersimê projeyên xwe eşkere kirin û gotin ew ê erêkirina gel û rêveberiyek beşdarî esas bigirin û gotin: "Dersim Yê Mao."
Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî yên Dersimê projeyên xwe yên der barê bajêr de bi civînek çapemeniyê li avahiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) daxuyandin. Namzetên hevşaredariyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de ewil ji nûnerên îtîfaqê Ekber Kaya axivî û got ew bi projeyên xwe yên nûjen û li gorî şaredariya gel li pêşberî gelê Dersimê ne. Kaya anî ziman ku ji bo ew şaredariyek li gorî gel û prensîbên demokratîk serdest bikin dê karê wan ewilîn birêvebirina gel a şaredariyê be. Kaya got ew ê şaredartiya gel ne li gorî mantiqê “projeyan” birêve bibin û ew ê bi beşdariya gel û erêkirina gel şaredariyê birêve bibin.
‘EM Ê NAVÊ DERSIMÊ JI NÛ VE BINIVÎSÎNIN’
Kaya diyar kir ku ew ê navê Dersimê ji nû ve li şaredariyê binivîsînin û got: “Navê Dersimê rûmeta gelê me ye. Em ê bi hemû hêza xwe xwedî li vî navî derkevin. Em ê rê nedin polîtîkayên asîmîlasyonê, xepskirinê, mîltîtarîst û yekperestiya dewletê û ew ê li bajêr porjeyên wan nîvco mane bi modela demokratîk, ekolojîk, gel û azadiya jinê birêve bibin. Di her warî de ji ziman bigire heta îradeya siyasî, îradeya Dersimê hatiye xespkirin. Lê em ê destûr nedin vê xespkirinê.” Kaya bal kişand ser girîngiya hilbijartina xwecihî û got li dijî “rejîma yek zilamî” parastina demokrasiyê xwedî wateyek xwe ya taybet heye.
‘BI WÊREKIYA LEYLAYÊ BER BI HILBIJARTINÊ VE’
Piştî axaftina Kaya, Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî yên Hevşaredariya Dersimê Nurşat Yeşîl û Hidir Demîr projeyên xwe eşkere kirin. Nurşat Yeşîl anî ziman ku ew bi hêvî û wêrekiya berxwedana Leyla Guven ku daye wan diçin hilbijartinê û ew ê bi hev re bi ser bikevin û bi hev re birêve bibin.
DÊ MUZEYA 38’AN DERSIMÊ ÇÊBIKIN
Namzetan got ewilîn projeya wan ew e ku xwedî li vîna gel derkevin û dê xizmetek wekhevî ji her kesî re hilberînin. Namzetan got ew ê çandiniyê û sewalkariyê li pêş bixin û navendên tenduristiyê vebikin. Namzetan diyar kir ku ew ê îstîhdamê jî li pêş bixin û koperatîfên jina azad ava bikin. Namzetan di projeyên xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û gotin dê bi zimanê dayikê kreşan vebikin. Namzetan got ew ê Muzeya Bîra 38’an a Dersimê çê bikin.
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TALANKIRIN’
Namzetan da zanîn ku ew ê Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê ji feraseta yekperest a qeyûman bistînin û dê mihrîcanên xwe bidomînin. Namzetan bal kişand ser çêkirina HES û bendavan û gotin ew ê destûrê nedin talankirina xwezaya Dersimê û dê li dijî HES û bendavan derkevin.
‘DERSIM YÊ MAO’
Namzetan di dawiya eşkerekirin projeyên xwe de gotin “Dersim Yê Mao” û civîn bi çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî kirin.