NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên RJAK'î ji bo Leyla Guven a 128 rojin di greva birçîbûnê deye, peyam şandin û gotin: "Hûn bûn nav, çalakî û dengê azadiya me jinan. Em jî soz dikin ku emê bibin têbikoşin û bi ser bixin."
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ya li Herêma Kurdistana Federe xebatên xwe bi rêve dibe, ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a128 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan di greva birçîbûnê de ye nameyek şandin.
JI CIH Û WARÊ LEYLA QASIMAN, JI BO CIH Û WARÊ GUVENANA...
Nameya ku bi ser navê "Jina rojê, dayika pîroz û jina berxwedêr" hat nivîsandin wiha ye: "Em ji cih û warên Leyla Qasiman, Leyla Waliyan, ji bo cih û warên Leyla Guvenan bi silavên herî xweşik dibin merheba. Berxwedêr li dijî hêzên şer nîşaneya îrade, bawerî, hezkirin û serketinê ne.
Di peyama RJAK'ê de hat ragihandin, Guven bûye rastiya raperîner, ziman û dengê jinên mafên wê hatine tepisandin û hate gotin, "Wêrekiya we ya mîna okyanûsan bê dawî, hêz û moralê dide me jinên Başûrê Kurdistanê. Leheng ew kes in ku ruhê serdemê baş dibînin û dîrokê dinivîsînin. Tenê ew bûne zimanê hezkirinê, hêviyê û hesreta winda.
Ji ber vê yekê, mafê lehengan e ku bibin ziman, deng, qîrîn, çalakî û serketina civakê. Tu îro bûye rastiya raperîner, ziman, dengê jinên nav, nasname, ked û wateya xwe hatiye tinekirin."
Di dewama peyamê de hate ragihandin, hêza vîna Guven tirsê dixe dilê zaliman, kelecanê dide mezlûman û hate gotin, "Tu bûye senteza lehengên li ser vê axê hemûyan û bi vî rengî li dil û mejiyan neqişiya."
RJAK'ê destnîşan kir, deng û çavên bi coş ên Guven wê wijdanên kor bûne teqez bilivîne û diyar kir, "Em, jinên RJAK'î sekna te ya xwedî îrade ku nîşaneya dilsoziya azadiyê ye, dişopînin. Wêneyê ku te xêz kir, strana te got, dengê me hemûyan e. Tu bûye nav, deng û çalakiya azadiyê ya jinan hemûyan. Tu yê weke jineke evîndar û pîroz di têkoşîn û dilê me de her hebî. Em sozê didin ku bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin."