AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari îda kir ku polîsên deriyê avahiya partiya wan şikandine û parlamenterên wan derb kirine ne polîsên yasayî yên dewletê bûn û ji Wezîrê Karê Hundir pirsî got: "Ev hêzên xeyrî nîzamî kî ne?"
Di 8’ê Adarê de li Amedê gellek polîsan bi hêceta parlamenter û endamên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girt. Polîsan deriyê avahiyê şikand û eşyayên hundir belav kir û parlamenterên HDP’ê derb kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari yê şahidiyê ji serdegirtina polîsan re kir têkildarî pêkanîna polîsan a li dijî partiya wan îdayên mezin kir.
‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ HELWESTEK E’
Farisogullari di destpêkê de da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li dijî şikandina vîna gelê kurd e û got: “Dixwazin bi vê tecrîdê çongê bi gelê kurd bidin şikandin. Daxwaza çalakgeran daxwaza gelê kurd e. Ev grevên birçîbûnê di heman demê de helwesta li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn e.”
‘HIN HÊZÊN DIN DEWLETÊ BIRÊVE DIBIN’
Farisogullari anî ziman ku pêkanîna tecrîdê li dijî hiqûqê û yasayan e û wiha domand: “Heke dewlet yasayên xwe bi cih bîne wê tu pirsgirêk li holê nemîne. Li ser kes hiqûqek mexsûs nabe. Hiqûq berfireh û ji bo her kesî ye. Li holê bi qasî mîsqaleyî zere hiqûq nemaye. Dewlet ji aliyê saziyên yasayî ve tê birêvebirin. Heke hin hêzên din vê dewletê birêve dibin, mirov nikare behsa hiqûq û edaletêbike.”
‘HÊZÊN XEYRÎ NÎZAMÎ HATIBÛN’
Farîsogullari der barê ku polîsan di 8’ê Adarê de bi ser avahiya partiya wan de girt û ew jî hat derbkirin van îdayan anî ziman: “Li pey hev bi ser avahiya partiya me de girtin. Ji bo hevalên me ketine greva birçîbûnê ya herî aştiyane û demokratîk hatin binçavkirin. Vê yekê jî dixwaze bi polîtîkayên zextê têk bibe. Di êvara 8’ê Adarê de nêzî hezar polîsî bi ser avahiya partiya me de girtin. Di nava van hêzên emniyetê de gelek kesên cuda hebûn. Bi mantiqê qetilkirina me hatibûn. Em wekîlên vî bajarî ne. Lê tu rêzik ji me re nehat nîşandan. Gelek ji wan kesan yekem car min wê şevê wan dît. Ez pir aşkere ji rayedarên dewletê dipirsim; ev kes kî ne? Divê demildest wan derxin holê. Van kesên xwe wek polîs û midurên polîsan dan nîşandan kî ne? Midurê polîsan dibêje ‘ez dewlet im’ û xwe dide nasîn. Dibêje ez ê te bieciqînim. Bi van gotinan ji me re dibêje ku ez ê hemû hêza dewletê li ser te bikar bînim.”
‘EV KES KÎ NE?’
Farisogullari bersiva midurê polîsan ê ku got “ez dewlet im” da û wiha axivî: “Dewleta wek te bila qet tune be. Dewleta di şexsê te de bûye remz bila qet tune be. Wê şevê hêzên cuda hatibûn serdegirtinê. Yê ku van berdide peyasê kî ye? Ez ji Wezîrê Karê Hundir û aliyên pê ve pêwendîdar dipirsim; ev hêzên xeyrî nîzamî kê ne? Girêdayî kê ne? Girêdayî ku ne? Divê hûn vê derxin ronahiyê? Hêzên dewletê nikarin helwestek wisa nîşan bidin. Nikarin parlamenter linç bikin û çekên lûle dirêj dirêjî sînda wan bikin. Nikarin bi kulm û pihînan li wan bixin. Hêzên ewlekariyê wisa nabin. Van ji cihek cuda rayedariyê girtine.”
‘WÊ HESAB BÊ PIRSÎN’
Farisogullari diyar kir ku wê di hilbijiartina xwecihî ya 31’ê Adarê de hesabê zextên li ser greva birçîbûnê tê kirin, serdegirtina partiya wan û pêkanînên polîsan û qeyûman ên li ser vê erdnîgariyê wan bê pirsîn.
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç