ŞIRNEX - Hat îdîakirina ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê, Reşît Îlham û Hamza Arzûman ên ji 27’ê Çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ji ber ku xwendina Merşa Îstîklalê û hejmara li ser piyan qebûl nekirin bi erdê re hatin kaşkirin û bi copan hatin derpkirin.
Hat îdîakirina ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê, Reşît Îlham û Hamza Arzûman ên ji 27’ê Çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ji ber ku xwendina Merşa Îstîklalê û hejmara li ser piyan qebûl nekirin bi erdê re hatin kaşkirin û bi copan hatin derpkirin.
JI KURÊ XWE AGAHÎ NAGIRE
Reşît Îlhan di salên derbas bûyî de, piştî qedexeya derketina kolan a li navçeya Sîlopî ya Şirnêxê hat kirin, bi îdîya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û ev nêzî salekêye li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê girtiye.
Dayika Reşît Îlhan Ayşe Îlhan, diyar kir ku piştî kurê wê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Gumuşhanê hat kirin, tenê carekê hevdîtin pêk aniye û got: “Ev nêzî 2 mehane, hevdîtina telefonê jî nayê kirin. Herî dawî dema telefonê me kir, ev agahî dan me ‘Îşkeceyê bi me dikin. Ava gerim nadin me. Li me zilm dikin. Em avêtin hucreya yek kesî.’ Ji xwe piştî vê carek din me ne dengê wî bihîst û ne jî agahiyeke wî ji me re hat. Ez aştî û edaletê dixwazim. Ev zilm nayê qebûl kirin. Divê rayedar dengê girtiyan bibihîsin.”
'EV DER GUMUŞHANÊ YE'
Hat zanîn ku Hamza Arzûm (21) ê piştî qedexeya derketina kolanan li Sîlopî hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn jî, li heman girtîgehê rastî îşkeceyê hatiye.
Yûnûs Arzûman jî, da zanîn ku kurê wî Hamza Arzûman bi Îlhan re di greva birçîbûnê ya bêdem û bêddorveger deye û wiha axivî: “Nêzî du mahan min agahî ji kurê xwe negirt. Li ser vê yekê ez çûm girtîgehê. Rayedarên girtîgehê xwendina Merşa Îstîklalê û hejmara leşkerî ya li ser riyan ferzî girtiyan dikin. Ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekirine, bi erdê re hatine kaşkirin û bi copan hatine derpkirin. Piştî ku gardiyan girtiyan derp dikin û bi erdê re kaş dikin, dûre davêjin hucreyên yek kesî. Mafê sporê, derketina baxçe û danûstanê yê girtiyan hatine astengkirin. Kurê min di greva birçîbûnê deye û pir kîlo daye. Ligel ku rayedarên girtîgehê dizanin di greva birçîbûnê dene jî, vîtamînên B1 û B12 nadin wan. Ji birtiyan dibêjin ‘Ev der ne Şirnexe, Gumuşhane’ û bi vî awayî zextê li girtiyan dikin.”
'ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ: NA RAWESTIN’
Bav Arzûman, diyar kir ku piştî hevdîtina kurê xwe, bi rayedarekê girtîgehê re jî hevdîtin kiriye û derbarê hevdîtina kir de ev agahî dan: “Min ji wan pirsî ‘hûn çima muameleya xerab dikin.’ Wan jî ji min re got ‘Zarokên we na rawestin.’ Li ser vê min ji wan re got ‘Qey çi dikin? Hûn dixwazin bi wan Merşa Îstîklalê bidin xwendin û hejmara leşkerî ferzî wan dikin.’ Wan jî li ser vê yekê gotin ‘Bila bixwînin ma çi bûye?’”
Bav Arzûman bertek nîşanî vê helwesta rayedarên girtîgehê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ma zarokên m leşkerin? Gelo zarokên me xwendekarin? Hejmara leşkerî ferzî wan dikin. Ger ev pêkanîn dewam bikin, heya cezayê wan bi qede dê li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Rayedar divê demildest tişta pêwîst bike.”
ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERSIV NEDA
Derbarê îdîayan de me bi telefonê li rayedarên girtîgehê geriya, lê îdare got “Bêyî destûra dozger nikarin agahî bidin” û telefon girtin.