SÊRT - Leyla Kaçar, dayika Ahmet Kaçar ku li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye, ji bo piştgiriyê bide kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir got: "Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya me û ya zarokên me dewam bike."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Ahmet Kaçar (29) ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bandirmayê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
Dayika wî Leyla Kaçar (45), diyar kir ku kurê wê 12 sal in girtiye û got: "Xwê, şekir û tiştên din nadin zarokên me. Ev zarok tenê ne zarokê min e. Zarokên me hemûyan e. Eger niha em dengê xwe li dengê van zarokan zêde nekin, piştî darbest derkevin tu maneya wê tune ye." Kaçar, xwest dewlet demildest gavina bavêje.
WÊ JÎ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR
Kaçar, destnîşan kir ku roja kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye wê jî dest bi grevê kiriye û got: "Heta çalakiya zarokên me dewam bike yê ya min jî dewam bike. Daxwaz û fikra zarokên me çi be, a me jî heman tişt e."
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ DEWAM BIKE'
Kaçar, bilêv kir ku divê tecrîda li ser gelê kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Em çar kes nikarin bên cem hevdu û behsa zarokên xwe bikin. Wexta em behs bikin demildest tên me destgîr dikin. Ev faşîzm e. Lê li me jî bidin û me têxin girtîgehan jî em ê dev ji doa xwe bernedin. Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya me û ya zarokên me dewam bike." Kaçar bang li her kesî kir û got: "Em bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de."