BEDLÎS - Îzettîn Başboga, bavê Zelal Başboga ku 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, bang li malbatên girtiyan kir û got: "Dema zarokên me birçîbin em ê çawa rihet bin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Yek ji van girtiyan jî Zelal Başboga ye. Başboga, li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê 69 roj in li ddijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
‘BILA HIKÛMET PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'
Bav Îzettîn Başboga ku bi keça xwe re hevdîtin pêk anî got: "Tecrîd sûc e. Divê hikûmet gavina bavêje. Hikûmet ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve kurdan nabîne. Lê ev mesele, meseleyek di ser siyasetê re ye. Divê hikûmet demildest peywira xwe bi cih bîne."
‘VÎTAMÎNAN NADIN ÇALAKGERAN'
Başboga, diyar kir ku di hevdîtinê de keça wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî ragihandiye û got: "Ji roja çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye heta niha bi hincetên cuda davêjin ser qawîşan. Her wiha şekir, xwê û vîtamînan nadin çalakgeran. Girtî bi derfetên xwe peyda dikin. Her wiha îdareya girtîgehê dest daniye ser radyoyên girtiya jî."
BANGAWAZÎ
Başboga, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê gihaştiye asteke krîtîk û bang li malbatan kir: "Zarokên me li ber çavan dihelin. Ev ji bo dê û bavan êşa li ser êşê ye. Dema zarokên me birçîbin em ê çawa rihet bin. Dibe ji nişka ve xeberek nexweş ji zindanan bê. Divê malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de rojek berî rojekê bên cem hevdu û ji bo vê tev bigerin."