WAN - Waniyan, destnîşan kir ku wê HDP tevî şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin û şaredariya Westan û Tûşbayê ku di dest AKP'ê de ne jî bi dest bixe. Waniyan, bilêv kir ku ew ê li ser sindoqê hesab ji Erdogan bipirsin.
Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re 16 roj man. Her ku hilbijartin nêztir dibe tempoya xebatên partiyên siyasî jî zêde dibe. Yek ji van bajarên ku tempoya wê bilind e jî Wan e. Waniyan, bi bîr xist ku li bajêr qeyûm tayînî 12 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Waniyan got, ew ê tevî şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin şaredariya Westan û Tûşbayê jî bi dest bixin ku ev her du şaredarî di dest AKP'ê de ne.
'MA EZ TERORÎST IM?'
Selîm Uper, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û AKP'î tim gefan li HDP'ê dixwin û her roj HDP'iyan binçav dikin. Uper got: "Zilmê li HDP'ê dikin. Lê dîsa jî wê HDP, bi ser bikeve. demekê AKP li vira bi ser ket. Partiya Refahê jî bi ser ket. Lê êdî gel raya xwe nade wan. Ji bo HDP dibêjin 'teror' e. 6 milyon mirov dengê xwe didin HDP'ê. Ma ev mirov hemû terorîst in? Ez jî dengê xwe didim HDP'ê, ma qey ez terorîst im? Ji ber vê yekê wê gel dengê xwe bide HDP'ê û wê HDP bi ser bikeve."
'WÊ HDP BI SER BIKEVE'
Zekî Çîftçî, destnîşan kir ku li bajêr wê HDP her 14 şaredariyan jî bi dest bixe û got: "Partiyên din çi dane me, çi kirine? Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Wê HDP ji sedî 55-60 bigire û bi ser bikeve. Li Westan û Payîzavayê dibe ku AKP zorê bide, lê dîsa jî wê HDP bi ser bikeve."
‘GELÊ WANÊ JI ZÛV DE BIRYARA XWE DAYE'
Delîl Aksoy jî destnîşan kir ku gelê Wanê ji zûv de biryara xwe daye û got: "Wê AKP nikaribe bi ser bikeve. Li Wanê AKP li Seray û westanê bi hêz e, lê belê wê di vê serdemê de HDP bi ser bikeve.
Aksoy, bal kişand ser krîza aborî jî û destnîşan kir ku tekane berpirsiyarê vê krîzê îktîdar e. Aksoy, diyar kir ku êdî gel ji ber AKP'ê bêzar bûye û got: "Ji ber min dengê xwe da HDP'ê ez wekî terorîst hatim îlankirin. Sed hezar carê din jî min wekî terorîst îlan bikin, ez ê dîsa jî dengê xwe bidim HDP'ê. Bavê min 86 salî ye û niha bûye 'terorîst'. Qethiyen bavê min ne terorîst e. Ji gel re dibêjin 'ji vî welatî biçin.' Wê bi vî awayî nikaribin bi ser bikevin." Aksoy, destnîşan kir ku ew jî hatiye îxrackirin û got: "Ez mecbûr im hesabê vê yekê bipirsim. Wê HDP li Wanê bike 14-0. Hem gel hem jî AKP bi vê dizane."
'QEYÛM ÇI KIRIYE?'
Aydin Çaçan jî bilêv kir ku qeyûm tenê alîgirên xwe dewlemend kiriye û got: "Qeyûm çi xizmet kiriye?" Çaçan, diyar kir ku wê li bajêr HDP ji sedî 70 deng bigire û wê bike 14-0.
MA / Mujdat Can - Fazil Elçi