* Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 128 rojin berdewam dike. Jinên ku piştgirî dan çalakiya Leyla Guven gotin: "Divê em hêz, deng û berxwedana Leyla li her qadên ku em lê dijîn û kar dikin belav bikin.
* Karkerên endamên Sendîkaya Dev Turîzm ÎŞ ên di Spor A.Ş. ya Şaredariya Karabaglarê de dixebitin, ji ber peymana TÎS'ê encam negirt 21 rojin ji bo parastina mafên xwe di grevê de ne. Karker Sadullah Ozmen, diyar kir ku heta daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
* Li herêmê herî zêde hilbijêrên ji polîs û leşkeran pêk tên li Çelê ne. Namzetên HDP'ê yên Çelê Hîvîdar Ertûnç û Ebûbekîr Kanar, destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê gelê Çelê xwedî li vîna xwe derkeve.
* Waniyan, destnîşan kir ku wê HDP tevî şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin û şaredariya Westan û Tûşbayê ku di dest AKP'ê de ne jî bi dest bixe. Waniyan, bilêv kir ku ew ê li ser sindoqê hesab ji Erdogan bipirsin.
* Îzettîn Başbûg, bavê Zelal Başbûg ku 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, bang li malbatên girtiyan kir û got: "Dema zarokên me birçîbin em ê çawa rihet bin."
* Di ser Komkujiya Beyazitê re 41 sal derbas bûn. Şahidan diyar kir ku ev komkujî provaya darbeya 1980'yî bû û gotin: "Îro çawa dibêjin 'meseleya bekayê', wê demê jî digotin 'wê Rûsya Tirkiyeyê dagir bike' û ji ber vê digotin 'meseleya me meseleya bekayê ye.' Ger ew komkujî bihatana ronîkirin wê ev qas komkujî pêk nehatana."
* Fatoreya 246 hezar TL bertilên şewirmendiya Qeyûm/Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, Bulent Erdolu derket holê. Şêwirmendê Walî ji Fîrmaya maşîne jê temîn kirine di bin navê "Komîsyona Fatûrê" de 246 hezar TL bertîl xwariye. Hesabê bertîlê di belgeyên hesab de hatin dîtin.
* Li Bedlîsê ku hejmara kesên betal pir zêde ye, hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Welatiyên li qehwexane û çayxaneyan rûniştîne li ser krîza aborî û koçberiyê sohbetê dikin.
* Hamîde Yuksel ku 21 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo azadiyê divê ev tecrîd bi dawî bibe."
* Leyla Kaçar, dayika Ahmet Kaçar ku li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye, ji bo piştgiriyê bide kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir got: "Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya me û ya zarokên me dewam bike."
* Azadê 10 salî ku çû avahiya HDP'ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê, pêvajoya heyî nirxand û got: "Wexta pêlîstok hebin tu zarok li van tiştan nafikire, wexta zext û zorî tune bin kes van tiştan lêkolîn nake."
* Hat îdîakirina ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê, Reşît Îlham û Hamza Arzûman ên ji 27’ê Çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ji ber ku xwendina Merşa Îstîklalê û hejmara li ser piyan qebûl nekirin bi erdê re hatin kaşkirin û bi copan hatin derpkirin.
* Ava qenalîzasyonê ya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bêyî bê parzinandin, bi ser gundan de diherike. Ji ber vê enfeksiyon li zarokên taxê peyda bû û her wiha nêzî 400 dar hişk bûn û zêdetirî 100 heywan jî mirin.
* Sedat Akin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganêli dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, piştî hat berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne.
*Yekemîn danişîna doza derbarê kujerên Kadrî Sakçi (43) û kurê wî yê birîndar bû Bûrhan Sakçi yên li navçeya Hendek a Sakarya ji ber ku bi Kurdî axin hat kuştin de îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakarya dê bê dîtin.(09.45)
*Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Şirnexê Hiyar Osal û Nûrcan Altûrk, dê projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere bikin. (10.00)
*Namzetên Yekîtiya Şoreşgerên Dersimê, dê projeyên xwe yên derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, di civîna çepemeniyê ya li Komeleya Elewiyan a Demokratîk li darbixin de, eşkere bikin. (11.00)
*Baroya Amedê dê li ber Edliyeya Amedê Serokê Baroyê Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin, di hefteya 167’an de bi bîr bîne. (13.00)
*Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, dê li Buroya Hilbijartinê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ciwanan re bicive. (14.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya hilbijartina herêmî de dê li Îzmîrê be û beşdarî çalakiyên cuda bibe. (15.00- 18.00)
*5’emîn danişîna Ekrem Gorkem Karakan (16) ê di 31’ê Kanûna 2017’an de bi hinceta “Li borî hişyariya raweste” ya polîsan tevnegeriya û hat kuştin, dê li 11’emîn Ceza Giran a Agiriyê bê dîtin.
(16.00)