RIHA - HDP'ê ji bo komkirina afîşên "Li Dijî Şer Aştî" yên bi hinceta şaş hatiye wergerkirin îtîraz kir. HDP'ê derbarê personelê ku dadgeh şaş agahdar kir de jî, pêşniyara bila serlêdana sûc bê kirin, kir.
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê afîrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a "Li Dijî Şer Aşitî (Savaşa karşı barış)" ku li bilboardan xistîbî, ji ber wergerkirina şaş hatibûn komkirinê. HDP'ê biryara dadgehê îtîraz kir.
Di serlêdana sûc ku bi îmzeya Endamê Partiyê (PM) Hîdayet Enmek ê HDP'ê li Dadgehriya Sulh Cezayê ya Rihayê hat kirin de hat diyar kirin ku afîş bi nivîsa "Piştî şer aştî ya me ye" hatiye wergerkirin û derbarê wê de biryara komkirinê hatiye dayîn. Afîşa hatiye wergerkirin li ser daxwaza dozger bêyî ku bê kontrolkirin derbarê wê de biryara komkirinê hatiye dayîn û bi vî awayî mafê propagandayê yê partiyan hatiye binpêkirin.
Di daxwaznameyê de ev daxwaz jî hat kirin: "Bila derbarê personelê ku dadgeh xapandiye de serlêdana suc bê kirin û qedexeya derbarê afîşan de jî bê rakirin."