SÊRT - Cara duyemîn bi ser mala Namzetê HDP’ê yê Endamê Meclîsê Nîmet Dayanan ê pêr li Dihê di serdegirtina malê hatibû binçavkirin de, girtin.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê, di serdegirtinên malan ên pêr de, Namzetê HDP’ê yê Endamê Meclîsa Şarederiya Dihê Nîmet Dayanan hatibû binçavkirin. Hat diyar kirin ku polîsan di saetên serê sibê de carek din bi mala Dayanan de girtin. Hat destnîşan kirin ku di dema lêgerînê de hemû alavên malê hatin belavkirin û endamên malbatê ji ber serdegirtinê, tirsiyan. Hat zanîn ku di dema serdegirtinê de leşkeran dest danîn ser telefoneke destan.
6 KES LI QEREQOLÊ TÊN GIRTIN
Di serdegirtina 12’ê Adarê ya navenda Dihê de, Namzetê HDP’ê yê Endamê Meclîsa Şarederiya Dihê Nîmet Dayanan û Namzetê HDP’ê yê Endamê Meclîsa Giştî yê Şaredariyê Tahîr Tûgrûl, ji gundê Gorendûrûk Mehmet Emîn Elçî û Aydin Ete, ji gundê Yanilmaz Mehmet Zekî Erdemcî û Osman Aydin ên hatin binçavkirin li Qereqola Leşkerî ya Sêrtê tên girtin.