TEKÎRDAG – Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya girtî Burhan Barut ê 79 roj in li Girtîgeha Tekîrdagê di hucreya yek kesî de di greva birçîbûnê de ye giran bûye û di nefes sitendinê de zehmetî dikişîne.
Girtî Burhan Barut ê cezayê muebetê lê hatiye birîn li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F Tekîrdagê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Barut ji 26’ê kanûnê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Barut giran bûye.
'DI NEFES SITENDINÊ DE ZEHMETÎ DIKIŞÎNE’
Ji endamên Komîsyona Girtîgehê ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Firat Vural ku bi miwekîlê xwe Barut re hevdîtinê kir got rewşa wî gihîştiye astek krîtîk. Vural got: “Burhan Barut di nefes dan û sitendinê de zehmetî dikişîne. Di sînga wî de êş heye. Di demek wiha de ku rewşa wî giran bûye û kes li cem wî nîne. Ev yek endîşeyê dide mirov.”
Vural da zanîn ku miwekîlê wî Barut tedawiya bijîşkan qebûl nake û ji bo Barut bi tena serê xwe nemîne xwestiye gav bên avêtin lê heta niha hêj gav nehatiye avêtin. Vural anî ziman ku li gel Barut girtiyên din jî yên di grevê de ne rewşa wan ber bi nebaşbûnê ve diçe.